ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2018'AN 2018-11-03 09:00:53 * Di ser operasyona 4'ê Mijdara 2016'an a li hemberî HDP'ê re 2 sal derbas bûn. Ev pêvajoya ku bi girtina parlementerên HDP'î dest pê kir, her çû li hemberî hemû muxalefetê veguherî pêvajoyeke çewisandinê. Bi pergala nû re Meclîs bê erk hat hiştin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê wê demê Selahattîn Demîrtaş bi van gotinên xwe pênaseya pêvajoyê kiribû: "Li pêş me an berxwedan an jî teslîmbûyîn hebû."  * G.Z.'ya êzidî ya ji berê ji ber şerê li Sûriyeyê reviya û koçî Tirkiyeyê kir, ji ber ew malbata xwe bi cihêkariyê re rû bi rû dimînin ji mecbûrî nasnameya xwe aşkera nake. G.Z. got: "Ger îro jî şer raweste, em ê eşyayên xwe têxin kîsekî û vegerin gundê xwe."    * Endamê Koma Amed Bîrkan Çelîk, destnîşan kir ku di serdemên çewisîner de kurd herî zêde bi muzîka xwe bersiva zext û zoriyan didin û divê di serdemên wisa de berhemên ku ji bo gel bibin cihê hêviyê bên afirandin.    * Li Aydinê gel bertek nîşanî JES'an didin. Li Kizilcakoyê bi pêşengiya jinan çalakiya hatiye destpêkirin 3 meh in didome. Emîne Atalan ku di civîna ÇED'ê de got "em axa xwe diparêzin" anî ziman kir ku ew ê dev ji çalakiyên xwe bernedin.    * Ji ber krîza aborî êdî kes nikare penêrê bi sîrik jî bikire. Penêrfiroşan got: "Ji ber krîza aborî êdî penêrê bi sîrik ê Wanê jî bûye bereke luks."    * Rojanemava Ercument Akdenîz, destnîşan kir ku karkerên sûriyeyî yên bi heqedesteke kêm tên xebitandin, berê sermayeya biçûk navîn ji pişta wan dixwar, lê belê niha jî rasterast holdîng ji pişta wan dixwin. Her wiha Akdenîz, li hemberî vê rewşê sekna sendîkayên karkeran jî rexne kir.    * Li Êlihê Turk Telekomê bi hinceta "tahsîsat tune ye", li gelek deverên ku avahiyên cemaweriyê û dibistan jî lê ne xizmeta ji bo înternet û telefonê da rawestandin.    * Li Mêrdînê, bi hinceta "ji bo îstikrara fiyetan" îxracatkirina arvan hat sekinandin û ji ber vê jî li fabrîkayên arvan fiyetê arvan nêvî nêvî daket. Hilberîneran anî ziman ku ji ber vê cotkar jî dixisrin û ji ber nebûna pereyêê pêşin ketine tora bankeyan.    * Ji bo parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê 40 roj berê li Hewlerê jiyana xwe ji dest da dê li mala wan a Sîweregê ya Rihayê mewlûd bê dayîn. Dê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan û parlamentera Edeneyê Tulay Hatimogullari jî dê tev li mewlûdê bibe. (10.00)   * Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (OGÎ), dê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a Cotmehê li avahiya ÎHD'ê ya Amedê bi raya giştî re parve bike. (11.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Amed û Êlihê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê çalakiyên xwe yên lêgerîna edaletê li avahiyên ÎHD'ê berdewam bikin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê ji bo faîl bên darizandin û winda bên dîtin dê di hefteya 710’an de çalakiya xwe ya Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê dê di hefteya 345'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "'Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30)   * Meclîsa Jinê ya HDK'ê dê bi sernavê “Jin û Demokrasiya Herêmî" li Navenda Giştî ya HDK'ê panelê pêk bîne. (15.00)   * Nivîskar Mehmet Akdogan dê pirtûka xwe ya 'Bayê CÎlO' li Weşanxaneya Omedya îmze bike. (15.00)   * Vakfa Aştiyê dê bi ser navê "Cerebeyên Rêxistinên Sivîl ên di çareseriya pevçûnan de" li Otela Grad a li Haliçê komxebatê pêk bîne. (10.00-18.00)