Rojnameger Kuray hat berdan 2017-10-26 18:03:55   STENBOL- Rojnameger Zeynep Kuray ku duh hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan. Li Kadikoya Stenbolê duh polîsan avêt ser mala rojnamger Zeynep Kuray û ew binçav kirin. Piştî karên li muduriyeta polîsan ji ber parvekirinên medyaya civakî bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” sewqî edliyeyê hat kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê Kuray hat berdan. Kuray, diyar kir ku li Bûrsayê kesekî ew îxbarî BÎMER’ê kiriye û ji ber vê der barê wê de doz hatiye vekirin. Kuray wiha got: “Parvekirinên min ên dema li Kobaniyê bûm û hevpeyvînên bi min re hatin çêkirin xistine dosyeyê. Piştî îfadeya li dozgeriyê hatim berdan.”