Turmen ji bo kuştina Tahîr Elçî Tirkiyeyê hişyar kir 2018-11-02 16:46:00   AMED - Dadgerê DMME'yê yê berê Riza Turmen di çalakiya ji bo Tahîr Elçî de axivî û got: "Ji bo cînayeta Elçî lêpirsînek bi bandor nayê birêvebirin. Heke li DMME'yê doz vebibe, ji bo lêpirsînek bi bandor nayê birêvebirin wê bigîhîje wê encamê ku dewlet mafê jiyanê binpê kiriye. Di vir de bila tu gumanên me tune bin."    Baroya Amedê ji bo kuştina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di hefteya 148'emîn de li ber Dadgeha Amedê çalakiya xwe dewam kir. Rêveberên Baroya Amedê û gellek endamên wan beşdarî daxuyaniyê bûn. Dadgerê Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) yê berê Riza Turmen jî beşdarî çalakiyê bû û piştevaniyê da baroyê. Vê hefteyê xebatkarên tenduristiyê yên li dijî "pêşnûmeya qanûna torbeyê ya ji bo tundiya di tenduristiyê de tê sererastkirin" derdikevin bûn mêvanê kursiyê Tahîr Elçî.    'ÇI BIKEVE SER MILÊ ME EM Ê BIKIN'    Di çalakiyê de ewil Serokê Baroyê Cîhan Aydin axivî û  bi bîr xist ku hêj wek serê derziyê tu pêşketin di dosyeya kuştina Elçî de çênebûye û got: "Çi ket ser milê me pêk anî û em dikin jî."    TURMEN: WÊ DMME TIRKIYEYÊ NEHEQ BIKE    Dadgerê berê Riza Turmen jî diyar kir ku platforma ji Tahîr Elçî hatiye destpêkirin gavek erênî ye û got: "Tahîr Elçî hiqûqnasek baş bû. Têkoşîna hiqûqê dida û hiqûqê bi ser her tiştî de digirt. Lê li cihê ku hiqûq tune be têkoşîna ji bo hiqûqê karek zor e. Elçî hemû pirsgirêkan diaxivî û mirovê aştiyê bû. Yên baweriya bi aştiyê nedihat Tahîr Elçî kuştin. Hêj kujer nehatine dîtin. Peywîra dewletê ew e ku dosyeyê bi bandor birêve bibe. Rê ji dosyeyê re hatiye vekirin ku biçe DMME'yê. Ji bo cînayeta Elçî lêpirsînek bi bandor nayê birêvebirin. Heke li DMME'yê doz vebibe, ji bo lêpirsînek bi bandor nayê birêvebirin wê bigîhîje wê encamê ku dewlet mafê jiyanê binpê kiriye. Di vir de bila tu gumanên me tune bin."    RÊXISTINÊ TENDURISTIYÊ BÛN MÊVANÊ TAHÎR ELÇΠ   Vê hefteyê rêxistinên tenduristiyê bûn mêvanê platforma Tahîr Elçî. Serokê Odeya Tabîbên Amedê Mehmet Şerîf Demîr di axaftina xwe de Elçî bibîr anî û li dijî "pêşnûmeya qanûna torbeyê" nerazîbûna xwe anî ziman.   Piştî axaftinan daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.