Bi hinceta HDP’î ye destûr neda tev li daxuyaniya SES'ê bibe 2018-11-02 16:28:53 AMED/DERSIM - Endam û rêveberên SES'ê û Odeya Tabîban li dijî Pêşnûmaya Torbe ya der barê "Tundiya di tenduristiyê de" xwestin li Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajar daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta HDP'î ye destûr neda ku Serokê SES'ê yê berê Ramazan Kaval derbasî baxçe bibe û tev li daxuyaniyê bibe.  Rêxistinên tenduristiyê li dijî Pêşnûmeya Torbe ya guhertinên der barê “Tundiya di tenduristiyê de" li Amed û Dersîmê bertekên xwe anîn ziman û daxuyanî dan çapemeniyê. Li Amedê endam û rêveberên SES, Odeya Tabîban a Amedê û Odeya Hekîmtiyên Diranan a Amedê xwestin li baxçeyê Miduriyeta Tenduristiyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Bi sedema daxuyaniyê polîsan dora avahiya Midûriyetê dorpêç kir. Endam û rêveberên sendîkayan û xizmetkarên tenduristiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Dema Serokê SES'ê yê Berê Ramazan Kaval jî xwest derbasî baxçeyê midûriyetêbibe, polîs bi sedema Kaval HDP'î ye destûr nedan ku têkeve baxçe. Piştî niqaşa di navbera polîs û xizmetkarên derduristiyê de xizmetkaran li dijî helwesta polîsan dirûşmeyên “Têkçûn tune berxwedan heye" berz kirin. Lê dîsa polîsan destûr neda ku Serokê SES'ê yê berê Kaval bi hinceta "“HDP’yî ye" têkeve baxçe. Li ser vê yekê xizmetkarên tenduristiyê ji baxçe derketin û li derve daxuyanî dan.    Serokê Odeya Tabiban a Amedê Şerîf Demir, li vir axivî û helwesta polîsan şermezar kir .   Hevserokê Şaxa SES'ê ya Amedê Recep Oruç jî got îxrackirina 150 hezar kedkar ji civakê îzolekirin e. Oruç diyar kir ku qanûna tê fikirandin bê derxistin dê rê li ber pirsgirêkên ji xebatkarên tenduristiyê re veke û dixwazin bi pêkanînên dij hiqûqî û qanûnan rê li ber wan bigirin.    ‘NIYETA XERAB E'    Sekreterê Odeya Tabîban a Amedê Orhan Îlîm jî got qanûna ji aliyê AKP'ê ve tê xwestin derbixin bi armanca niyetek xerab e.    ‘DÎPLOMA WÊ BÊWATE BIBE'   Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya jî anî ziman ku bi qanûnê re dê tu wateya dîplomayê jî nemîne û ji bo qanûn di Meclîsê de derbas nebe çi ji destê wan bê dê bikin.    KAVAL: ROJEK WÊ ALOZÎ BIQEDE    Rêveberê HDP'a Amedê Ramazan Kaval ê berê Hevserokatiya Şaxa SES'ê ya Amedê dikir rastî astengiya polîsan û nehiştin beşdarî daxuyaniyê bibe. Kaval li dijî helwesta polîsan bertek nîşan da û got: "Helbet wê ev alozî rojekê biqede."    DERSIM   Li Dersimê jî endam û rêveberên Şaxa SES'ê têkildarî "Qanûna Torbeyê" de li avahiya sendîkaya xwe civîn açapemeniyê li dar xistin û qanûna tê fikirandin dê derbixin şermezar kirin.