Bi gotina ‘sibê îfadeyê te heye’ bi ser malê de girtin 2018-11-02 15:35:34   AMED – Polîsan bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê navçeya Farqînê Mehmet Taş de girt û piştî li mala wî lêgerîn pêk anîn gotin “sibê îfade te heye” û ji malê veqetiyan.    Li navçeya Farqînê ya Amedê polîsan nîvê şevê bi ser mala Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Farqînê Mehmet Taş de girt. Polîsan demek dirêj li malê lêgerîn pêk anî û ji Taş re gotin “sibê îfadeya te heye” û ji mal veqetiyan. Hat zanîn ku di çarçoveyek lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Farqîn ve hatiye destpêkirin dê Taş biçe îfade bide.