Ji QSD û Hêzên Koalîsyonê li dijî TSK’ê dewriya hevpar dest pê kir 2018-11-02 15:23:31   KOBANÊ - Li Kobanê û Girê Spî ku TSK bombebaran dike, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên Koalîsyona Navneteweyî bi hevre dest bi dewriyê kirin.    Şerê Sûriyeyê bi rojeva Idlîbê re berdewam dike. Êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê yên li ser Rêveberiya Xweser a Bakûrê Rojhilatê Sûriyeyê, gehişt asteke cuda û leşkerên tirk bi çekên giran êrîşên xwe zêdetir kirin.  TSK’ê êrîşî gundên Zor Mixar, Zaret, Şêxler, Kor Elî, Sêlîm û Çarixlî yên ser sînorê Kantona Kobanê û herêma Kantona Girê Spî kirin.    Di êrîşên qadên jiyana sîvîlan hedef girtin de, çekên giran ên obüs û doçka hatin bi kar anîn. Dem bi dem êrîşîn suîkastê pêk tînin û heya niha endamekê Hêzên Parastina Xweser (HPC) ê de jiyana xwe ji dest da û sivîlên birîndar jî hene. Di êrîşên Girê Spî jî de, du şev berê, zaroka binavê Sara Rifet Mûstafa li gundê Tîl Fîndîr hat kuştin. Dîsan îro du nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANHA) Gulîstan Mihemed û Îbrahîm  Ehmed di encama êrîşekê de birîndar bûn.    PIŞTÎ ZÎRVEYÊ ÊRÎŞ PÊK HATIN   Balkêşe ku piştî zirveya rojeva wê Idlîb a di 27’ê Cotmehê de li Stenbolê dinavbera Rûsya, Elmanya, Fransa û Tirkiyeyê de hat lidarxistin û şûn de êrîş pêk hat.    Bi van êrîşan dixwazin Idlîbê ji rojevê derbixin. Şandeyên girêdayî Hêzên Koalîsyona Navneteweyî, bajaroka Şêxler a Kobanê ziyaret û lêkolîn kirin. Li pêşberî bajaroka Şêxler a dikeve rojhilatê Çemê Firatê, komên Mertalên Firatê hene û li Cerablusê jî TSK’î hene.    Piştî serdanê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk(QSD) û Hêzên Koalîsyonê, li ser xeta çem dest bi dewriya hevpar kirin. Li Kantona Girê Spî ya di hedefa êrîşan de ye jî, bi heman awayî dest bi dewriya hevpar hat kirin.