Danişîna doza Rojnameger Erdogan taloq kirin 2018-11-02 13:41:29   STENBOL - Danişîna doza rojnameger Çagdaş Erdogan ê bi sedema wêneyên tesîsên civakî yên MÎT'ê  kişandin, der barê wî de doz hatin vekirin, hat dîtin. Heyetê doz taloq kir.    Danişîna doza rojnamegerê wêneyan Çagday Erdogan ê bi sedema wêneyê Tesîsên Civakî yên MÎT'ê ku li Kadikoya Stenbolê kişandin û doz li wî hatibû vekirin li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de rojnameger Erdogan beşdar nebû. Prz. Ergin Cirmen li salonê amade bûn. Heyetê belge xwendin. Piştre prz. Cirmen dem ji heyetê xwest. Dozger jî xwest lêklînên teknik ên li ser metaryalên dijîtal, bên temamkirin û fermandariya giştî ya cendirbeyan bersîvê bide.    Heyeta dadgehê jî doz taloqî 26'ê Adara 2019'an kir.