Malbatên Roboskê: Di şexsê wekîlê me de me ceza dikin 2017-10-26 17:03:50 ŞIRNEX – Malbatên Roboskê di hefteya 304'an de hatin gel hev û lêgerîna xwe ya edaletê dewam kirin. Malbatan bal kişand ser girtina Wekîlê HDP'ê Ferhat Encu û ev tişt gotin: "Di şexsê wekîlê me de me ceza dikin." Li gundê Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê de êrîşa hewayî pêk hatibû û 34 welatiyên gund hatibûn qetilkirin, malbatên Roboskê 304 hefte ne li edaletê digerin. Malbatan wêneyên kesên hatin qetilkirin rakirin û pankarta "Ji bo Roboskê edalet, bila faîl bên darizandin" hat vekirin.   Li ser navê malbatan Bêrîvan Encu daxuyanî xwend û ev tişt got: "Rayedarên dewletê yên li Roboskê îmzeya xwe avêtin binê komkujiyê, welat ber bi şidetê ve birin û bêhiqûqiyê kûr dikin, ji ber vê fikarên gel zêde dibin." Encu aşkera kir ku ji 2 dosyayên cuda, bi gişî 4 sal û 7 meh ceza li Wekîlê HDP'ê yê Şirexê hatiye birîn û piştrast kir ku ceza ji hêla Dadgeha Îstinafê ve hatiye erêkirin û wiha got: "Ferhat Encu di komkujiyê de birayê xwe û gelek xizmên xwe winda kir. Bi vî cezayî ne Ferhat Encu û ne jî me, dê bêzar nekin."   Encu got ku dê lêgerîna xwe ya edaletê berdewam bikin û aşkera kir ku leşker û polîsan gelek caran êrîşê wan kiriye, lê dê tu carî serê xwe netewînin.