Profesorê îxrac bû: Hîskirina me ya aydî welat kêm bûye 2018-11-02 10:12:45 ENQERE - Prof. Dr. Haşîm Yilmaz ê di 36 salî de navê profesoriyê girt, bi KHK'ê hatibû îxrackirin. Prof. Haşîm Yilmaz, bertek nîşanî helwestê da û got: “Ev çi feraseta dewletê ye ku terorîstek 2 salin li kolanan digere? Hîsa me ya aydî welat kêm bûye. Kurê min ê 12 salî dibêje 'Bavo piştî em çûn dervê welat em nasname û pasaporta xwe ji Serokomar re bişînin' û helwesta xwe nîşan dide." Hikûmeta AKP'ê piştî OHAL hat îlankirin bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnê (KHK) yan, ji zanîngehan 6 hezar û 81 akademisyen îxrac kirin. Ji akademîsyenên hatin îxrackirin tenê 174 bi biryara Komisyona OHAL'ê li karên xwe vegeriyan. Hin akadîsyenên hatin îxrackirin karên cuda ava kirin. Hêj lêgerîna gelek akademîsyenên din a maf berdewam dike. Yek ji van kesên hatin îxrackirin û li mafê xwe digere Prof. Haşîm Yilmaz ê di 2016'an de ji Zanîngeha Dîlokê îxrac bû ye. Yilmaz ku 20 salin hîndekarê zanîngehê ye, li Zanîngeha Dîlokê di Zangoya Fen-Wêjeyê de Serokê beşê bû. Di nava gelek xebatên zanistî de cih girt û îmze avêt xebatan. Hêj 36 salî bû, navê profesoriyê girt û bû Profesor. Piştî Yilmaz  îxrac bû, di heman salê de hevjîna wî ya akademîsyen jî hat îxrackirin. Yilmaz, der barê helwesta Komîsyona OHAL'ê û akademîyê de ji Ajansa Mezopotamya re axivî.    'EM AVÊTIN ÇALEK BÊ BINÎ'     Yilmaz, diyar kir ku piştî fêr bû îxrac bûye şok derbas kir û wiha got: "Mirovekî hemû temenê wî bi serkeftinan derbas bibe ev agahî ji bo wî wekî têkeve bîrek bê bînî. Di her alî de ji min bû windaniyek mezin. Min û malbata xwe ev rewş bi êşek mezin jiya. Ewil em avêtin nava tunebûn û netiştiyê. Êdî mirovan silav jî nedida me. Cîranên me yên her roj digotin 'Mamoste roj baş îro hûn çawa nin? jî êdî dema dengê deriyê me dibihîstin deriyê xwe li me digirtin û nedixwestin ruyê me bibînin. Me tu wate neda vê yekê. Me wate neda welat di rewşek çawa re derbas dibe. Raste welat travmayek mezin dijiya. Dibû ku rêveberê dewletê mafdar bin. Lê çi eleqeya me û vê yekê bi hev hebû? Em di kîder vê meseleyê de bûn?"    ‘EZ BI 7.5 MILYAR MIROVAN WEKÎ TERORÎST HATIM NASANDIN'   Yilmaz, da zanîn ku piştî 15'ê Tîrmehê jiyan li wî bû dojeh û jiyana wî vegeriya kabûsan û wiha got: "Piştî ez îxrac kirim di rojnameya fermî de ez wekî terorîst bi 7.5 milyar mirovan dam nasandin. Ewil min got dê di demek nêzîk de vê şaşiyê rast bikin. Piştî 2 meh şûnde ji stres û fikaran êdî teqet di çongê min de nema. Ez wekî kesekî ku hemû temenê xwe bi zanistê derbas kiriye wekî terorîst hatin pênasekirin. Ev ji bo min pir giran bû. Tu eleqeya me û vê merselê bi hev tune bû em hatin îxrackirin. Em kesên ku bi zanistê eleqeder dibin jî me tu wate neda vê yekê. Piştî ez hatim îxrackirin min serî li Dadgeha Îdarî û piştre Dadgeha Qanûna Bingehîn da. Hemû hewldanên min ên hiqûqi bê encam man. Her tişt di Komîsyona OHAL'ê de asê ma. 2 sal derbas bûn, lê hêj tu encam zelal nebûye. Em dixwazin pirsgrêk bi riya hiqûqî çareser bibe. Ger ku ez wekî terorîst bi 7.5 milyar mirovan hatim nasîn, divê ez derkevim pêş darazê û bêm darizandin. Ev çawa feraseta dewletê ye ku ez kesekî wekî terorîst 2 salin li kolanan digerim. Ez tu wate nadin vê yekê. Ger ku sûcê min hebe bila min darizînin. Na ger ku sûcê min tune bila peywir û mafê min bidin min."     BAWERIYA CÎRAN JI CÎRAN HEHIŞTIN   Yilmaz, da zanîn ku piştî vê pêvajoyê ji ber îxbaran êdî baweriya cîran bi cîran nemaye û wiha bi dawî kir: "Êdî ez û zarokên xwe wekî berê xwe aydî vî welatî hîs nakin. Sibê karê me bidin me jî ev birîna min derman nabe. Kurê min ê 12 salî dibêje "Bavo ez baş îngîlîzî fêr bibim biçin dervê welat. Piştî em çûn dervê welat em nasname û pasaporta xwe bişînin ji Serokomar re.  Min dizanîbûya ev tişt dê bên serê min, piştî çûm dervê welat dîsa venedigeryam. Li vî welatî weki salên 80'ê yî dîsa mirovên zanistê bûn pêlîstok. Niha akademî bûne beradayî. Li vir fikra nijadperestiyê pêş dixin. Êdî asta zanistiyê kêm bûye. Niha zanîngeh bûne baxçeyê bîrdoziyê yê pişt.    MA / Diren Yurtesever