Şaredariya Mezin a Dîlokê nelirêtî kirine 2018-11-02 09:21:59 DÎLOK - Di rapora Dîwana Muhasebetê de, hat diyarkirin ku Şaredariya Mezin a Dîlokê derî qanûnê deyn kirine, di îhaleyan de nelirêtî kiriye, îhaleyên bê proje çêkiriye û bêyî îhale malên cemaweriyê daye bi kirê.  Dîwana Muhasebetê (Sayiştay), raporên xwe yên venihêrînê yên 2017'an ên der barê şaredariyan de weşand. Di rapora aîdî Şaredariya Mezin a Dîlokê ya AKP'î de, gelek kêmasî hatin tespîtkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku şaredariya li Tirkiyeyê di warê deynan de di rêza duyem de ye, sînorê deynkirinê yê hatiye diyarkirin derbas kiriye. Her wiha di raporê de nelirêtiya di îhaleyan de, îhaleyên bê proje, bêyî îhale kirikêrina malên neguhzêbar ên şaredariyê cih girtin.    DEYNÊN ŞAREDARIYÊ    Di raporê de hat diyarkirin ku, şaredariyê sînorê deynan ê hatiye diyarkirin derbas kiriye. Di raporê de hat destnîşan kirin ku şaredariyê di sala 2017'an de 118 milyon TL deyn kiriye û ev yek derî qanûnê ye. Di raporê de hat diyarkirin ku stoka deynan a şaredariyê milyar û 183 milyon û 367 lîre ye, lê belê li gorî bîlançoya 2017'an bêyî faîz milyar û 307 milyon 191 hezar û 300 lîre deynê şaredariyê heye."    NELIRÊTIYA DI ÎHALEYAN DE    Di raporê de hat diyarkirin ku di çarçoveya îhaleyên şaredariyê de, şaredariyê ji dêvla fîrmayên bi erzanî çêdikin, şaredariyê îhale daye fîrmayên biha çêdikin. Di raporê de hat destnîşankirin ku li cihên muhtelîf karên ji bo rê, binerd û sererdê bêyî proje berpêşî îhaleyan hatine kirin û ev yek şaredarî xisirandiye.    Di raporê de hat diyarkirin ku pereyê ku şaredariya mezin bi awayekî nakîd ji Weqfa Pêşxistinê re şandiye, derî hikmên protokolê hatine bikaranîn. Di raporê de hat destnîşankirin ku şaredariyê di 2016-2017'an de ji bo projeyên hevpar ên bi Weqafa Pêşxistinê re protokol îmze kiriye û li gor protokolê di sala 2016'an de 3 milyon û 100 hezar lîre û di sala 2017'an de jî 2 milyon lîre pere bi awayekî nakîd hatiye dayîn, lê belê komeleyê alîkariya hatiye kirin ji bo protokolê bi kar neaniye, ji bo qulûbên sporm bi kar aniye.    Di raporê de hat destnîşan kirin ku 132 malên neguhêzbar ku şaredariyê dewrî Şîrketa Anonîm a GAZÎBEL a şaredaryê kiriye tenê 18 jê ji aliyê şîrketê ve hatine xebitandin û yên mayî jî derî mewzûatê bi rêbaza bazariyê dane kesên sêyem.    MALÊN NEGUHÊZBAR ÊN ŞAREDARIYÊ BÊYÎ ÎHALE DANE BI KIRÊ    Li gorî rapora Dîwana Muhasebatê, 502 kargeh û milkên şaredariyê bêyî îhale û bi awayekî derî qanûnî bi kirê hatine dayîn.    Her wiha, di raporê de hat destnîşan kirin ku hin hin personel derî rêbaza esasên guherandina unvanê wekî midûrê şaxê hatine tayînkirin.