'Xwendekarên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bê plansazî tên kirin' 2018-11-02 09:21:14 DÎLOK - Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Dîlokê Alî Ersonmez, anî ziman ku zarokên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bêplan tên kirin. Ersonmez got, ev yek dibe sedem ku hem xwendekarên sûriyeyî hem jî yên dîlokî perwerdehiyeke bêqalîte digirin.  Li gorî rêjeya serkeftinê ya di ezmûnên navendî de Dîlok di rêza jêr de cih digire. Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Dîlokê Alî Ersonmez, destnîşan kir ku bingeha dibsitanan ji bo perwerdehiyeke biqalîte ne guncan e. Ersonmez, bilêv kir ku li gor hejmara xwendekaran hejmara mamosteyên li bajêr pir kêm e û ev kêmasî bi mamosteyên biheq tê dagirtin, lê belê ev çareserî ye.    Ersonmez, diyar kir ku Dîlok bajarekî wisa ye ku tim mirov koçî wê dikin, loma di warê perwerdehiyê de pêdivî bi planên cidî heye. Ersonmez, diyar kir ku heta plansaziya ji bo koçberiyê neyê kirin, dê perwerdehiyeke baş rû nede û got: "Perwredehiya li Dîlokê li gorî ya tevahiya Tirkiyeyê di asta jêr de ye. Perwerdehiyeke bi qalîte, divê ne li gor ezmûnan li gorî lêkolînerî, çavdêrî û tecrûbe û cerîîna xwendekaran be û beriya her tiştî divê ev yek bê kirin. Ji bo vê jî pêdivî bi budçeyeke cidî heye. Lê belê li welat budçeya ji bo perwerdehiyê tê veqetandin pir kêm e."    'LI POLAN HEJMARA XWENDEKARAN ZÊDE YE'    Ersonmez, anî ziman ku di warê başkirina dibistanan, başkirina bingeha perwerdehiyê û hejmara mamsoteyan de pirsgirêk zêde ne. Ersonmez, bilêv kir ku di vî warî de li gor bajarên din pirsgirêkên Dîlokê zêdetir in. Ersonmez, destnîşan kir ku xwendekar serê sibehê zû tên dibistanê û êvarî dema tarî dikeve diçin malê û got: "Ev yek tesîreke neyînî li qalîteya jiyanê dike. Hejmara polan di ser hejmara ya li welat e. Serê mamsoteyekî, gelek xwendekar dikevin. Wexta hejmara xwendekarên polê zêde be, tu bikî nekî dê perwerdehî jî bêqalîte be. Divê ev pirsgirêk bê çareserkirin."    PIRSGIRÊKA XWENDEKARÊN SÛRIYEYΠ   Ersonemz, bilêv kir ku xwendekarên sûriyeyî yên ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê hatine Dîlokê daxilî perwerdehiyeke bêplan tên kirin û got: "Helbet divê ji bo xwendekarên sûriyeyî mafê perwerdehiyê bê peydakirin. Bêyî plan li dibistanên heyî hatin bicihkirin. Wexta hatin daxilkirin kapasîteya dibistanên li herêmên xizan zêde bû. Her wiha pêwendiya di navbera mamoste û xwendekarên sûriyeyî de jî problem e. Tenê ne di navbera mamsote û xwendekaran de, di navbera xwendekarên sûriyeyî û yên dîlokî de jî ev problem rû dide. Xwendekarên sûriyeyî perwerdehiyeke biqalîte nagirin, ji ber vê xwendekarên dîlokî jî nagirin. Ger ji bo xwendekarên sûriyeyî mamoste bihatana perwerdekirin, belkî serketineke rû bidana."