ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2018'AN 2018-11-02 09:00:47 * Pergala Modernîteya Kapîtalîst di heft salên dawî de ket navA şerekî kûr da ku xwe ji nûve ava bike û dizayn bike. Tê zanîn ku navenda vê Rojhilata Navîn e. Lê ne tenê li Rojhilata Navîn tevahî pergala Modernîteya Kapîtalîst di pêvajoyeke xwe nûkirinê re derbas dibe. Navendek din a li kêleka Rojhilata Navîn di guhertinên mezin de derbas dibe Rojhilatê Asya ye. Yanî Çîn, Kore û Hîndîstan e.  * Serokê Şaxa Emeklî Sen a Mêrsînê Adil Aleybeyoglû, bertek nîşanî neçareserkirina pirsgirika temenê teqawidbûyînê da û xwest mafên wan bên îadekirinç Kamîl Morê teqawidbûyî jî, bal kişand ser debarkirinê û got, di nav deynan de mane.  * Esnafên Kooperatîfa Temîn û Belavkirinê ya Êm û Kayê ya Gola Wanê, diyar kirin ku êdî tu xêr di karê wan de nemaye û hindik maye top bavêjin.    * Siyasetmedar Mahmût Alinak ku ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbike serî li serokomartiyê da, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: "Ji bo xwedî li Ocalan bê derketin, meriv mirovbe bes e."    * Serokê Şaxa Egîtîm Sen a Dîlokê Alî Ersonmez, anî ziman ku zarokên sûriyeyî daxilî perwerdehiyeke bêplan tên kirin. Ersonmez got, ev yek dibe sedem ku hem xwendekarên sûriyeyî hem jî yên dîlokî perwerdehiyeke bêqalîte digirin.    * Di rapora Dîwana Muhasebetê de, hat diyarkirin ku Şaredariya Mezin a Dîlokê derî qanûnê deyn kirine, di îhaleyan de nelirêtî kiriye, îhaleyên bê proje çêkiriye û bêyî îhale malên cemaweriyê daye bi kirê.    * Parlementera HDP'ê Nûran Îmîr, destnîşan kir ku divê dawî li tecrîdkirina Ocalan bê û got: "Ocalan, sîgortaya îstikrarê ya Tirkiyeyê ye."    * Hat derpêşkirin ku hin komên OSO'yê yên ew û TSK'ê bi hev re tev digerin û ji Îdlibê hatine tehliyekirin, li Nisbînê li baregeheke leşkerî ku berê wek kampa penaberan dihat bikaranîn hatine bicihkirin.    * Danişîna doza nûçegîhanê wêneyan Çagday Erdogan dê li 33'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)    * Danişîna doza 8 kesên ku di navde Rojnameger Haydar Ergul, endam û rêveberên DBP'ê û HDP'ê jî hene, dê li 22'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (13.00)    * Baroya Amedê ji bo Serokê Baroyê yê berê Prz. Tahir Elçî yê li Sûrê hat qetilkirin bibîr bînin û edaletê bixwazin dê di hefteya 148'an de li pêş edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)   * Odeya Tabîban a Stenbolê (İTO), dê bi hişyariya "Hekîm ne xapandin, mafên xwe dixwazin" li Qada Îskele ya Kadikoyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (18.30)