Şivanê ku esker û cerdevanan bi giranî birîndar kir, şandin hepsê 2018-11-02 08:45:09 ŞIRNEX - Şivan Kokel Babat ê di 23'ê Cotmehê de esker û cerdevanan li çoltera Gundê Çemê Hêstira yê Bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê, birîndar kirin, bêyî dermankirina wî biqede sewqî dadgehê kirin û hat girtin.  Li Gundê Çemê Hêstira yê Bajaroka Sêgirgê ya Navçeya Qilebana Şirnexê di 23'ê Cotmehê de esker û cerdevanên derketibûn operasyonê li ser şivan Kokel Babat ê 38 salî û bavê 3 zarokan gule reşandin. Kokel Babat ê bi giranî birîndar bû, rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Kokel Babat ê li beşa lênerîna zêde ya nexweşxaneyê dihat dermankirin, berî ku tedawiya wî bi dawî bibe ji bo îfade bide ji nexweşxanê sewqî Edliya Şırnexê kirin. Dozgeriya Qilebanê bi riya SEGBÎS'ê îfadeya Babat girt û bi daxwaza girtinê sewqî Hekîmtiya Cezayê sulhê ya nobedar kir. Babat dîsa bi riya SEGBİS'ê parastin kir û diyar kir ew şivan e û hemû gundî wî nas dikin. Lê heyeta dadgehê bi hinceta li ser wî "delîlên xurt hene" û "Xerakirina Yekîtiya Dewletê" û "Birîndarkirina mirovan" der barê Babat de biryara girtinê da û şand girtîgehê. Babat piştî bi Ambulansê di kontorla tenduristiyê re derbas kirin Şandin Girtîgeha tîpa T a Şirnexê. Parêzeran diyar kirin ku dê îtîraz bikin.     ÇI QEWIMÎ BÛ?    di 23'ê Cotmehê de esker û cerdevanên derketin operasyonê bi ser şivan Kokel Babat ê 38 salî yê bavê 3 zarokan de gule reşandin. Kokel Babat ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Heta niha rayedarên fermî der barê rewşa Babat de daxuyaniyek fermî nedan. Lê Ajansa Anadolu (AA) beriya ku rayedarên fermî daxuyaniyekê bide û biçe lêkolîn bike Babat wekî “PKK’yî nîşan da û nûçe weşand. AA. di nûçeyê de diyar kir ku Babat ê birîndar bûye ew kesê ku sala par cerdevan Mehmet Paksoy kuştiye ye. AA. dîsa îdîa kir û got "Dema Babat direviya leşkeran gule berdanê û birîndar kir."   Birayê Babat Tamer Babat derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivîbû û nûçeyên AA vale derxistibû. Bira Babat diyar kiribû ku birê wî gundiye, malbata wî heye, bê çek bû û şivantî dikir. Piştî malbata Babat ê dibêjin kurê wan sivîle, leşker diçin cihê bûyerê û çeke digirin, lê piştî tiştekê nabînin ji herêmê diçin.