Berî dermakirina Babat biqede sewqî edliyê kirin 2018-11-01 16:26:07   ŞIRNEX - Li çoltera Gundê Çemê Hêstira yê Bajaroka Sêgirkê ya Şirnexê, Kokel Babat ê ji aliyê esker û cerdevanan ve hat birîndarkirin, berî ku tedawiya wî bi dawî be, ji nexweşxanê sewqî edliyê hat kirin.    Li Gundê Çemê Hêstira yê Bajaroka Sêgirgê ya Navçeya Qilebana Şirnexê di 23'ê Cotmehê de esker û cerdevanên derketibûn operasyonê li ser şivan Kokel Babat ê 38 salî ku bavê 3 zarokan bû gule reşandin. Kokel Babat ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Kokel Babat ê li beşa lênerîna zêde ya nexweşxaneyê dihat dermankirin, berî ku tedawiya wî bi dawî bibe ji bo îfade bide ji nexweşxanê sewqî Edliya Şırnexê hat kirin. Li bendêye Babat li ser SEGBÎS’ê îfade bide Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê.    ÇI QEWIMÎ BÛ?    di 23'ê Cotmehê de esker û cerdevanên derketin operasyonê bi ser şivan Kokel Babat ê 38 salî yê bavê 3 zarokan de gule reşandin. Kokel Babat ê bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Heta niha rayedarên fermî der barê rewşa Babat de daxuyaniyek fermî nedan. Lê Ajansa Anadolu (AA) beriya ku rayedarên fermî daxuyaniyekê bide û biçe lêkolîn bike Babat wekî “PKK’yî nîşan da û nûçe weşand. AA. di nûçeyê de diyar kir ku Babat ê birîndar bûye ew kesê ku sala par cerdevan Mehmet Paksoy kuştiye ye. AA. dîsa îdîa kir û got "Dema Babat direviya leşkeran gule berdanê û birîndar kir."   Birayê Babat Tamer Babat derbarê bûyerê de ji ajansa me re axivîbû û nûçeyên AA vale derxistibû. Bira Babat diyar kiribû ku birê wî gundiye, malbata wî heye, bê çek bû û şivantî dikir.    piştî malbata Babat ê dibêjin kurê wan sivîle, leşker diçin cihê bûyerê û çeke digirin, lê piştî tiştekê nabînin ji herêmê diçin.