Nobeta Edaletê di hefteya 77’emîn de berdewam kir 2018-11-01 14:22:55   STENBOL - Parlamenterê CHP’ê Turan Aydogan hefteya 77’emîn a Nobeta Edaletê de axivî û got: “Dixwazin parêzeran bêqîmet bikin.”    Parêzerên Stenbolê, di hefteya 77'emîn de ji bo parêzerên girtî bên berdan û zextên li ser hiqûqnasan bi dawî bibe, li ber Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê kom bûn û Nobeta Edaletê berdewam kirin. Nobeta li ber Peykerê Themîs a qada Atrîum a Edliyê dest pê kir, li ber deriye C bi dawî bû.  Parêzaran di nobetê de pankarta “Ji hemû kesan re edalet” vekirin û wêneyên hempişeyên xwe yên girtin hilgirtin.   Barêzer Bahrî Belen di nobetê de axivî û diyar kir ku parêzer teminata darazê ne. Belen, anî ziman ku li Tirkiyeyê ji hemû beşên civakê doz derbarê mirovan de hatin vekirin û wiha bilêv kir: “Ji hemû beşên civakê mirov hatin girtin û binçavkirin. Dadgeha ku parêzer berdan carek din girtin. Biryarên xwe bi xwe vale derdixin. Gelo çi gef li wan hat xwarin û rastî kîşan zextan hatin ku biryarek wiha hat dayîn?”     Parlamenterê CHP’ê Turan Aydogan jî, diyar kir ku dixwazin parêzeran bêqîmet bikin û got: “Ger parêzer tenê jî bêqîmet kirin, rejîma tekparêz dê nekare ji bin vî barî derbikeve.”   Piştî axaftinên hatin kirin nobet bi dawî bû.