Polîsan bi ser Kovara Yuruyuşê de girt û kesek binçav kir 2018-11-01 12:21:05   STENBOL – Polîsan bi ser avahiya Kovara Yuruyuş a li navçeya Sultangaziyê de girt. Polîsan dest danî ser gelek dokumentan û kesek binçav kir.    Polîsan serê sibê bi ser avahiya Kovara Yuruyuş a li taxa Gazî ya navçeya Sultangaziya Stenbolê de girt. Gelek polîs tevlî operasyonê bûn. Polîsên tîmên taybet li derdorê tedbîrên berfireh girtin û helîkoptêra polîsan jî ji hewa ve destek da operasyonê. Hat zanîn ku polîsan dest daniye ser gelek dokumentên kovarê û kesek navê wî nehat zanîn jî binçav kirin.