Meclîsa Jinan a HDP’ê: Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞ’ê bu sembol 2018-11-01 12:10:05 ENQERE - Meclîsa Jinan a HDP’ê, bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, peyama piştevaniya bi gelê Kobanê re weşand û got: “Ên dixwazin şer daîmî û belav bikin, dê rastî berxwedan û têkoşîna vîna jinan û gelan were.”  Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsa Jinan di daxuyaniya da de wiha got: “Bi ser şerê navxweyî Sûriyeyê ya di sala 2011’an de dest pê kir re 8 sal derbas bûn. Dinava 8 salan de, gelek komkuji, koçberî û wêrankirin hatin jiyîn. Bi şerê Sûriyeyê yê sala 2011’an re, gelên Kurd, Erep, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Çerkez, Turkmen, Çeçen û Keldanê bi hêza xwe ya çewherî û jiyanek hevpar, Şoreşa Rojava ya weke Şoreşa Jinan tê zanîn avakirin. Bi demê re Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên Cîhanê bû model û ji bo gelan, jinan ciwanan û hemû bindestdan bû hêvî û baweriyek mezin.”   ‘HIŞMENDIYA AKP’Ê DISAN DIXWAZE ÊRÎŞÎ KOBANÊ BIKE’   Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di sala 2014’an de DAIŞ’ê xwest Kobanê dagir bike. Bi alîkariya dewletên herêmê xwestin Kobanê dagir bikin, lê di şexsê Arîn Mîrkan de bi berxwedanek dîrok hemû qedera herêmê hat guhertin û li şûna tarîtiyê serketina ronahiyê li herêmê hat îlankirin. Ji ber vê Kobanê vîna jinan a Arîn Mîrkan e, armanca Rifat (Horoz) ê enternasyonalîst û mîrasê rihê hevpar ê berxwedana Nejat Suphî, Kader Ortakaya, Azîz Guler û bi sedan mirovn enternasyonalîste. Îro hişmendiya AKP’ê bi piştgiriya DAIŞ’ê dixwaze êrîşî Kobanê û gelê Rojava bike. Çawan ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê berxwedanek dîrok derket holê, li dijî hemû dîktatorên dixwazin bibin mîna DAIŞ’ê jî, divê têkoşîneke mîna ya Arîn Mîrkan derbikeve holê. Êdî divê hemû êrîşên li ser gelên Rojava bi dawî bibin û hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên dawî li polîtîkayên xwe yên li ser Rojava bînin.”       Meclîsa Jinan a HDP’ê di dawiya peyama xwe de wiha  got: “1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê, ew rojeke ku em piştevaniya xwe ya bi Kobanê re zêdetir bikin û roja xurtkirina piştevaniya bi jinan re ye.”