Li Mêrsînê 5 kes hatin binçavkirin 2017-10-26 16:23:36   MÊRSÎN - Li Mêrsînê polîsan di saetên sibê de bi ser malan de girt û 5 kes binçav kirin.    Polîsên li Mêrsînê di saetên serê sibehê de bi ser malan de giritn û 5 kes hatin binçavkirin. Polîsên ku di ser malan de girtin, bi hinceta lêgerînê mal tar û mar kirin û Bayram Çaglar, Orhan Aslan, Aynur Goger, Mahmut Alp û Nusret Şanli binçav kirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin Mudiryeta Polîsan a bajêr. Hat zanîn ku dozger bi biryara “Sînordarkirina dosyayê” û “Qedexeya hevdîtina 24 saeta a parêzeran” daniye ser dosyayê.