Leşkeran bi ser gun de girt û malek şewitandin 2017-10-26 16:19:36 WAN - Tevgera Cendirmeyên Taybet di saetên serê sibehê de bi ser gundê Mollatopuzê ya navçeya Qelqeliyê de girtin û bi hinceta “Terorîst di malê de ne” ji xwediyê malê xwest pençere û deriyan veke. Piştre bombeya gazê avêtin hundirê malê û agir bi malê ket û mal bi tevahî şewitî. Piştî lêgerînê di malê de kes nehat dîtin.  Li gundê Mollatopuzê ya navçeya Qelqeliya Wanê, Tevgera Cendirmeyên Taybet di saetên serê sibê de bi hinceta “îxbar heye” derdora gund dorpêç kirin û xwestin gundî malên xwe vale bikin. Gundiyên di dema ku ji malên xwe derdiketin, cendirmeyan bombeya gazê avêtin malekê. Di malê de şewat derket. Gundiyên ku nikaribûn mudaxileyê şewatê bikin, mala wan bi tevahî şewitî.      BOMBEYA GAZÊ AVÊTIN MALÊ   Welatiyê mala wî şewitî Erdem Candemîr, diyar kir ku leşkaran bi tangan di ser gund de girtiye û wiha axivî: “Leşkeran bi hinceta ‘îxbar heye’ serê sibê saet di 10.00’an de bi ser gund de girtin. Ji maşîneyên xwe peya nebûn, bi dengê bilind ‘bila hemû gundî herin, tenê xwediyê malê bimîne’ ser me de qeriyan. Gundî ji wir çûn. Ji min nifteya malê xwestin. Min deriyê malê vekir. Dîsan ji min xwestin ku pençereyên malê vekim. Dotmama min û keyayê gund pençereyên malê vekirin. Min ji wan re got ‘Di hefteya pêş de daweta birayê min e. Amûrên wî yên nû dinava malê de ne. Ji bo zirarê nebînin em wan derxîn.’ Leşkeran jî ji me re gotin ku ‘tiştek ji wan nayê, em ê bombeya gazê bavêjin nava malê.’ Piştre 3 bombeyên gazê avêt malê û agir bi malê ket. Leşkaran xwe da paş û me jî nikaribû em mudaxileyê şewatê bikin. Agirkuj hatin cihê bûyerê, lê hêj leşker li ber malê radiwestiyan.”     KEYAYÊ GUND: LÊGERÎN KIRIN LÊ TIŞTEK NEDÎTIN   Keyayê gund Yildirim Esen jî bûyer piştrast kir û wiha axivî: “Cendirmeyên Naveçya Qelqeliyê li min geriya. Ez jî çûm gund. Ji min re gotin ku ‘li malekê terorîst hene û em ê operasyon li dar bixin.’ Pişt re bi ser gund de girtin û bombeyên gazê avêtên malê û mal şewitî. Agirkujan şewat vemirand. Li malê lêgerin kirin lê tiştek nedîtin. Belgeya lêgerînê jî nîşanî me kirin. Leşkerên ku li mala şewitandî tiştek nedîtin, vê carê jî gotin ‘Di gunde 4 terorîst hene.'”