Kesên îşkenceyê dîtin dema binçavkirina wan hat dirêjkirin 2018-11-01 10:56:24   MÊRDÎN – Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dema binçavkirina 10 kesan hat dirêjkirin. Hat zanîn ku 2 kesên li Qoserê hatine binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin.     Di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê ve tê birêvebirin di 28’ê cotmehê de li Riha, Êlih û navçeya Qosera Mêrdînê di serdegirtina malan de 10 kes hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina welatiyan hat dirêjkirin. Sedemê hinceta binçavkirina 10 welatiyên li Miduriyeta Polîsan a Rihayê tên ragirtin nehat zanîn.    Hat zanîn ku Selîm Çinar û Emîn Toprak ên li Qoserê hatin di serdegirtina malê de hatin binçavkirin îşkence li wan hatiye kirin. Hat gotin ku ji malbata Çinar jî hin kes rastî heman pêkanînan hatine.    Hat ragihandin ku Çinar ji ber îşkenceya lê hatiye kirin rûyê wî reş û şîn bûye û guhek wî jî zirar dîtiye.