Rojeva Dersimê hilbijartina herêmî ye 2018-11-01 09:05:43 DERSIM -  Li Dersimê ku gelek fraksiyonên çepgirî û sosyalîst hene, ji bo hilbijartina herêmî îtifaq tê nîqaşkirin. Alîgirê Şaredarê Şaredariay DBP'î Îbrahîm Kasyûn jî diyar kir ku gel şi şaredariyê ne kêfxweş e û dixwaze demildest hilbijartin çêbibe û vîna xwe hilbijêre.  Partiyên siyasî ji bo hilbijartina herêmî dest bi amadekariyên xwe kirin. Li Dersimê jî ku gelek fraksiyonên çepgir û sosyalîst lê hene, ji bo hilbijartina herêmî îtifaq tê nîqaşkirin. Her wiha rêveberê HDP'a Bajêr û Alîgirê Şaredarê Şaredariya DBP'î ya Dersimê ku qeyûm tayînî wê hat kirin Îbrahîm Kaysûn jî, diyar kir ku qeyûm dijberî dîrok, çand û baweriya Dersimê tev digere û xizmeta polîtîkaya asîmlasiyonê dike. Kasyûn, destnîşan kir ku şaredarî heta qirikê di nav deynan de maye. Kaysûn, bilêv kir ku di hilibijartinê kîjan partî bi ser bikeve jî ancax dê karibe di 3-4 serdeman de deynên niha hatine kirin bide.    ‘HETA QIRIKÊ DEYNDAR E'   Kaysûn, destnîşan kir ku gel ji qeyûm ne razî ye û got: "Beriya her tiştî şaredariya ku vîna gel e, niha veguherandine qereqolê. Û êdî gel naxwaze biçe wir. Wexta diçe gelek caran tê sehîkirin. Loma gel şaredariyeke li ser asasên ewlehiyê naxwaze. Piştî qeyûm êdî şaredarî ne a gel e. Veguheriye yekeya ewlehiyê. Her wiha xizmeta tê kirin jî ne li gor daxwazên gel e. Ji ber vê gel qeyûm naxwaze."    ‘LI DERSIMÊ XEBATÊN JI BO ÎTIFAQÊ DEST PÊ KIRIN'    Kasyûn, diyar kir ku ji bo hilbijartina herêmî ew rêveberiya HDP'î ji niha ve tev digerin û got: "Dersimê xwedî çandeke pirrengî ye. Komên çep û sosyalîst lê zêde ne. Niha navend jî di nav de li navçeyan bi çepgir û sosyalîstan re îtfaq tê nîqaşkirin. Em ê tevî gel xebatên xwe baştir bi rê ve bibin. Gel jî dixwaze êdî hilbijartin çêbibe û dixwaze vîna xwe hilbijêre."    ‘WÊ GEL VÎNA XWE HILBIJÊRE'    Kasyûn, anî ziman ku gel dixwaze di hilbijartina herêmî de şaredariyeke li gor çand û baweriya wan bê hilbijartin û got: "Gel ji bilî nasnameya xwe naxwaze di bin nasnameyeke din de bijî. Dê gelê Dersimê qeyûm di sindoqê de veşêre. Dê polîtîkayênq eyûm serobino bike û vîna xwe hilbijêre."    Kaasyûn, diyar kir ku bi destpêkirina xebatên hilbijartina herêmî binçavkirin û girtin jî zêde bûne û got: "Êdî tu zext û zorî nema ku dewletê nekir. Lê tu carî bi zext û zoriyan encam negirtin û nikaribûn gel bitirsînin. Çi qasî bi zext û zoriyan werin, gel ev qasî bertekê nîşan dide. Bi tirs û tepiasndinê tu tişt nema nekirin. Li herêmê tu carî polîtîkaya tirsê bi kêr nehat û wê neyê jî."    MA /  Semra Turan