Hevşaredarê Êlihê Ozdemîr hat binçavkirin 2018-11-01 08:58:34   ÊLIH – Li Êlihê îro jî serdegirtina malan dewam kir. Hat zanîn ku di serdegirtina malan de Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.    Duh li navenda Êlih û navçeya wê Kercewsê di serdegirtina gelek malan de gelek kes hatibûn binçavkirin. Hat ragihandin ku ev operasyon didome. Di çarçoveya heman operasyonê de di saetên şevê de polîsan li Êlihê bi ser gelek malan de girt. Di operasyonê de polîsan bi ser mala Hevşaredarê ji Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP) ê Êlihê ku ji peywîrê hat girtin Sabrî Ozdemîr de jî girt û ew binçav kirin. Hat zanîn ku bi Ozdemîr re gelek kesên din jî hatine binçavkirin û sedemê binçavkirinê nehat zanîn. Piştî kontrola tenduristiyê ya li nexweşxaneyê binçavkiriyan birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.