Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana ‘Keçên Rojê’ dest pê kir 2018-11-01 08:58:06 NAVENDA NÛÇEYAN - 9’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana Fîlma Les Fîlles du Soleîl “Keçên Rojê” ku li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê hatiye amadekirin, dest pê kir.  9’emîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Hamburgê bi pêşandana Fîlma Les Fîlles du Soleîl “Keçên Rojê” ku li ser têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ’ê hatiye amadekirin, dest pê kir.    Piştî pêşandanan Fîlma serlîstikvaniya wê hunermenda sînemayê û aktîvîst Golshîfteh Farahanî ya ji Îranê dike û derhênertiya wê jî Eva Hussaom dike, temaşegeran dirûşmeya “Jin jiyan, azadî” berz kirin. Derhênera filmê Eva Husson, di galayê de axivî û wiha got: “Dema ez çûm Sûriyeyê û Iraqê, agahiyên jinên Êzidî yên Kurd ên ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibûn esîr girtin, tecawîzkirin û kolekirin hişt ku ez fîlmek wiha amade bikin.”     Mihrîcana ku dê heya 4’ê Mijdarê berdewam dike, diyarî derhêner û amadekar Mehmet Aksoy ê li Reqqayê di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de, jiyana xwe ji dest da, hat kirin.