Temellî li Êlihê bang kir: Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe 2018-10-31 13:51:48   ÊLIH – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Êlihe axivî û têkildarî êrîşa TSK’ê ya li dijî Kobanê got: “Aştiya Tirkiyeyê di Kobanê de derbas dibe.”    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina herêmî de îro derbasî Êlihê bû. Parlamenterên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca û Necdet Îpekyuz jî bi Temellî re cih girtin.    Temellî ewil çû serdana malbata Hevserokê Rêxistina HDP’a Êlihê Nîzamettîn Toguç ê beriya niha bi demek kurt de hat girtin. Temellî pişt re çû serdana hin malbatên girtiyan. Temellî piştî serdana malbatan derbasî avahiya rêxistina bajêr a Êlihê bû û li vir der barê geşedanên di rojevê de civîna çapemeniyê li dar xist.    ‘JI DESTÊ WAN WERE DÊ ME HEMÛYAN BINÇAV BIKIN’   Temellî li ser pêla binçavkirin û girtinên demên dawî yên li Êlihê pêk tên sekinî û got: “Destilatdarî bi van operasyonan kampanya xwe ya hilbijartinê birêve dibe. Dixwazin bawer bikin ku dê bi vê rêbazê bi ser bikevin. Ji destê wan were wê HDP’yek jî li derve nehêlein û me hemûyan binçav bikin. Dizanin ku ew ê hilbijartinek demokratîk û azad qezenc nekin.”    Temellî diyar kir ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê demokrasiye û wiha got: “Ji bo ku desthilatdarî ji demokrasî û edaletê bireve çi ji destê wê tê dike. Ji bilî ku HDP’ê dikin dijmin û girtina hevalê me tiştekî din nakin. Tirkiye wê êdî neyê vê lîstikê. 24’ê Hezîranê qenata vê ya herî mezin e. Wê gel di sindoqan de bi aştî û demokrasiyê bersiv bide. Em ji wan re tiştekî nahêlin. Teqez wê têkoşîna me dewam bike. Erdogan û hevalbendên xwe kampanya hilbijartina 24’ê Hezîranê bi gefxwarina li dijî Qendîlê birêve birin. Dixwestin me terorîze bikin û di bin bendê de bihêlin. Lê bend derbaskirina me ji bo Tirkiyeyê bû hêviyek. Em ê welat demokratîk bikin. Kîjan bendê deynin pêşiya em ê hilweşînin.”    ‘DEST JI EVÎNDARIYA XWE ŞER BERNADE’    Temellî li ser gotinên operasyona li dijî rojhilatê Firatê ya Serokomarê AKP’yî Recep Tayyîp Erdogan rawestiya û wiha dewam kir: “Li Rojava hemû gel bi hev re dijîn. Kurdan bi gelên din re li vir çareseriya demokratîk xistiye meriyete. Li navenda aştiyê Efrînê niha jî çeteyên OSO’yê cîrîtan diavêjin. Jiyana demokratîk a gelan nema. Niha jî dixwazin heman tiştî ji bo tevahiya Rojava pêk bînin. Gel rejîmek bêdemokrasî naxwaze. Dixwazin axa Rojava bikin dijmin. Tirkiye dixwaze li ser neçareserkirina li Sûriyeyê desthilatdariya xwe bidomîne. AKP dest ji evîna xwe ya dewama şer bernade.”    ‘HILBIJARTINA HERÊMÎ ROJA DAWÎ ANÎNA ŞER E’    Temellî bal kişand ser civîna Fransa, Elmanya, Rûsya û Tirkiyeyê ya ji Sûriyeyê li Stenbolê li dar xist û wiha domand: “Li Stenbolê li ser maseyê rûniştin lê Sûriye li wir nîne. Çareseriyên ne mîlîtarîst dixwazin. Dotira rojê krîza Sûriyeyê derdikeve pêşiya me. Em li derve û hundirû çareserî û aştiya civakî dixwazin. Dixwazin li ser tunekirin û dijminatiya kurdan desthilatdariya xwe bidomînin. Hilbijartina herêmî roja dawî anîna vê şerî ye. Hemû gelên Tirkiyeyê dikarin ji bo aştî û demokrasiyê gavên herî bi hêz biavêjin.”    ‘AŞTIYA TIRKIYEYÊ DI KOBANÊ DE DERBAS DIBE’    Temellî têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê jî wiha got: “Sibê salvegera 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê ye. Lê îro bi tank û topan Kobanê gulebaran dikin. Yên digotin ‘Kobanê ket wa dikeve’ dît ku Kobanê nakeve êrîşî me kir. Heke me viya pêk neaniya, Kobanê biketa niha DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê ji xwe re kiribû meydan. Ji bo têkçûna van çeteyan Kobanê eniya herî krîtîk bû. Aştiya Kobanê di Tirkiyeyê de derbas dibe. Me wê demê got korîdora mirovî vekin û cih nedin korîdora DAIŞ’ê. Lê Tirkiyeyê veguherandin.”    ‘DEM DEMA DAWÎ ANÎNA ŞER E’    Temellî da zanîn ku hevserok, parlamenter û hin rêveberên wan ji ber piştevaniya ji bo Kobanê tên darizandin û li dijî şer dema serî rakirinê hatiye û dem dema dawî anîna şer hatiye. Temellî bal kişand ser girîngiya hilbijartina herêmî û got: “Em ê hemû kes bên kêleka hev û bi hêz bikevin hilbijartinê. Em ji bo diyarkirina namzetan rêz nîşanî îradeya gel bidin. Heke em bi ser nekevin dibe ku sibê alternatîfek mîna hilbijartinê jî li holê nemîne. Ji niha ve behsa projeyan dike. Projeyên wan tune ne û nikare li herêmê bi ser bikeve. Desthilatdariyê tenê qeyûman daye gel wek din tiştek daye gel tune ye. Em wisa bikin ku qeyûman ji van deran paqij bikin.”    Piştî civîna çapemeniyê Temellî û bi rêveberên partiya xwe re ji çapemeniyê re girtî civîn li dar xistin.