TSK bi topan êrîşî Kobanê dike 2018-10-31 13:05:04   KOBANÊ – Hat ragihandin ku TSK bi tank û topan êrîşî gundên Kobanê dike.    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku çavkaniyên leşkerî yên li ser sînorê di navbera Kantona Kobanê û Rihayê de ji wan re dane zanîn ku yekîneyên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bi tankan êrîşî gundê Sêlim ê rojavayê Kobanê dike.   Her wiha ANHA’yê got TSK piştî gundê Sêlim, gundê Kor Alî yê rojavayî bajarê Kobanê bi hawanan topbaran dike.