Mesûtoglu yê di rojiya mirinê de bi kesekê re hevdîtin nake 2018-10-31 12:36:50 RIHA - Di doza Qeyûm û Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk ê di encama êrîşa bombayî de hat kuştin, ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Mesûtoglû ji bo şermezarkirina vê biryarê 10 rojin di rojiya mirinê deye. Mesûtoglû, bi malbat, parêzer, şandeyên ÎHD’ê û tu kesî re hevdin nake.    Qeymeqamê navçeya Dêrika Mêrdînê Muhammet Fatîh Safiturk ê ku weke qeyûm tayînî Şaredariya Dêrikê hatibû kirin di 10’ê Mijdara 2016’an de, di êrîşek bombeyî de hatibû kuştin.  Der barê bûyerê de doz 6 jê girtî 15 kesan hat vekirin. Darizandin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê, di 22’yê Cotmehê de bi dawî bû. Di danişîna hat dîtin de ji bo Şefê Karê Nivîsê yê Qeymeqam Şerîf Mesûtoglû 2 car muebeta giran û 18 sal cezayê girtîgehê hat dayîn. Mesûtoglû yê li Girtîgeha Sergirtî ya Sîwerega Rihayê dimîne, ji bo şermezar kirina biryarê di 23’yê Cotmehê de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Mesûtoglû 10 rojin di rojiya mirinê de ye.   Hevjîna Mesûtoglu Saîme Masûtoglu duh ji bo hevdîtinê hat Girtîgeha Siweregê, lê hevjînê xwe nedît. Mesûtoglû ji ber hevjînê wê hevdîtin red kir , serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Rihayê da û bi parêzer Mustafa Çîftçîler re çarek din çû girtîgehê.    Lê raydarên girtîgehê, ragihandin ku Mesûtoglu nexwaza bi malbat, parêzer û kesekê din re hevdîtin bike. Mesûtoglû di daxwazname dabû rayedarên girtîgehê de wiha gotibû: “Berê, min ji rayedarên girtîgehê re hem bi nivîskî û em jî bi devkî gotibû ez naxwazin bi kesekê re hevdîtin bikim. Min îro bihîst parêzer û ferdên malbata min hatine hevdîtina min. Bi tu awayî ez naxwazim bi parêzer û ferdên malbata xwe re hevdîtin bikim. Ez dixwazim a pêwîst hûn bikin.” Mesûtoglu bi vê daxwaznameyê hevdîtin red kirin.    Hat îdîakirin ku Mesûtoglu di roja mirinê ya 10 rojna de 8 kîlo dane.      Şaxa ÎHD’a Rihayê, diyar kir ku îro dê carek din ji bo hevdîtinê bi Şerîf Mesûtoglû re pêk bînin, dê biçin Gertîgeha Sergirtî ya Siweregê.