Li Êlihê gelek kes hatin binçavkirin 2018-10-31 12:35:46   ÊLIH – Li Êlihê di serdegirtina malan de ji gelek kes hatin binçavkirin.    Li navenda Êlih û navçeya wê Kercewsê polîsan serê sibê bi ser gelek malan de girtin. Polîsan bi maşîneyên zirxî dora malan girtin û li malan lêgerîn pêkanîn. Di serdegirtina malan de hat zanîn ku ji 10 kesî zêdetir welatî hatine binçavkirin. Hinceta binçavkirinê nehat zanîn û binçavkirina birin Miduriyeta Polîsan a Êlihê.