Ehmed Şêxo: Dema dîtin Kobanê bû hêvî 1’ê Mijdarê îlan kirin 2018-10-31 12:23:04   KOBANÊ – Kobanê bi berxwedana xwe li dijî DAIŞ’ê ji cîhanê re bû hêvî. Hemû cîhan li dora Kobanê bû xelek û 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin. Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kobanê Ehmed Şêxo got: “Heke niha DAIŞ li her devera Sûriyeyê têk diçe, destpêka vê yekê Kobanê bû.”    Kobanê bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî DAIŞ’ê li tevahiya cîhanê bal kişand ser xwe. Berxwedana Kobanê di dîroka berxwedana mirovahiyê de rûpelek nû vekir. DAIŞ’ê di 15’ê Îlona 2014’an de ji bajarên Iraqê û Sûriyeyê bi çekên giran êrîş bir ser Kobanê. DAIŞ bi berxwedanek bêhempa rû bi rû ma. DAIŞ’ê hesab dikir ku dê mîna Musilê, Reqa û Girê Spî bi hêsanî Kobanê jî bi dest bixe. Lê Kobaniyan bi berxwedaniyek mezin di demek kurt bala hemû mirovahiyê kişand ser xwe û berxwedana xwe. Kobaniyan bi çekên ferdî li dijî tank, top û çekên giran li ber xwe dan û hat fêmkirin ku dê Kobanê têk neçe, koalîsyona serê wê DYA’yê dikişand neçar ma bersiv bide DAIŞ’ê. Piştî berxwedana Kobanê veguherî mîrasê mirovahiyê ji her aliyî ve li ser banga ronakbîr, akademîsyen, hunermend, mirovên zanist 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin. Sibê dê 4’emîn salvegera rojê bê pîrozkirin. Hevserokê TEV-DEM’ê yê Kobanê Ehmed Şêxo behsa vê rojê kir.    ‘ME DI 2011’AN DE MECLÎSAN DAMEZIRAND’    Şêxo jî di berxwedana Kobanê de birîndar bû û ji bo ew çawa hatin 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê divê paş de biçin. Şêxo da zanîn ku piştî “Bihara Ereban” dest pê kir ew jî neçar man rêxistinbûyîn xwe kirin û di 2011’an de meclîsên xwe ava kirin û dest bi rêwîtiya şoreşek qayîm kirin.    ŞERÊ KÛR Û AKTORÊN WÊ    Şêxo destnîşan kir ku meşaleya ewil a şoreşê wan li Kobanê vêxist û got: “Me hemû rejîmê ji bajarên xwe derxist. Bi geşedanên qewimîn re hêzên herêmî û navnetewî jî daketin qada Sûriyeyê. Ya pêşin hat Tirkiye bû. Tirkiye li Stenbolê navend saz kir û adeta xwe wek navenda şerê li Sûrieyeyê da nîşandan. Bi plan û xeyalên xwe yên berê yên Osmanîtî dixwestin Musil, Heleb û Kerkûkê bistînin. Dixwest piştî qedandina Peymana Sykes-Picot sînorê xwe berfireh bike. Dixwest li dijî kurdan biryarek xurt a siyasetê bide.”    ‘GEL BI PERGALA XWE LI SER PIYA SEKINÎ’    Şêxo da zanîn ku gel jî li dijî vê biryar girt û wiha dewam kir: “Gel xwe birêxistin kir û pergala xwe ava kir. Ji ber vê yekê gel bi êrîşan hevrû ma. Ewil Kobanê hildan ambargoyê. Xwestin ji pêdiviyên jiyanî yên bingehîn mahrûm bikin. Têketin û derketina Kantonê hatibû girtin. Li gel ambargoyê jî gel li ser piya sekinî. Ambargo endam neda. Piştî vê rewşê derbasî êrîşan bûn. Di 20’ê Tîrmeha 2013’an de êrîşî Serêkaniyê kirin. Ji aliyê Girê Spî ve dest pê kirin. Piştî şoreşê bi salekê van êrîşan dest pê kir. Dixwestin pergala li ser bingeha netewa demorkatîk li pêş diket bifetisandina. Gel li dijî vê yekê bi seferberi li ber xwe da. Ji meclîsan bigire heta gel her kes di nav serferberiyê de bû. Bi berxwedanê ev êrîş hatin şikandin. Vê jî bi destê El Nusra dikirin.”    ‘DAIŞ LI KOBANÊ BI VÎNEK XÛRT RE HEVRÛ MA’    Şêxo anî ziman ku êrîşkar negihîştin armanca xwe û wiha pêde çû: “Hêzek bi navê DAIŞ’ê kaşkirin qada Sûriyeyê. Piştî DAIŞ hat xûrtkirin êrîş kirin Kobanê. Ji ber ku çirûska ewil li Kobanê pêket û rêya navbera Efrîn û Cizîrê girê dida ewil êrîşî Kobanê kirin. Kes bawer nedikir wê Kobanê wiha li ber xwe bide. DAIŞ’a ku Musil û Reqayê di çend saetan de têk bir digoq qey dê Kobanê jî wisa têk bibe. Lê li Kobanê bi vînekê re hevrû ma. Berxwedanek di dîrokê e nehatiye dîtin hat nîşandan. Vê berxwedanê ji gundÊ Serzorî bi lêborîna 13 şervanan a ji gel xwest û bi fedakirina wan dest pê kir. Wan şervann û hemû şervanan hemû cîhanê matmayî hişt.”    ‘BERXWEDANÊ BI XWE RE 1’Ê MIJDARÊ ANÎ’    Şêxo bal kişand ser îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê û got: “Şerek wisa û berxwedanek wisa ku hat nîşandan ku di jiyana xwe de kesî nedîtibû. Êdî cîhan nikaribû li hember vê berxwedanê bêdeng bimîne. Li her devera cîhanê gel ji bo Kobanê rabû ser piya. Hêzên navnetewî jî nikaribûn li hember vê berxwedanê bêdeng bisekinin û tevlî şer bûn. Her kesî dît ku ev talûkeyek tenê ji bo kurdan e û ji bo hemû cîhanê ye. Êdî şer hat wê merhelê ku ji navbera kurd û DAIŞ’ê derket û bû şerek li dijî mirovahiyê. Ji ber vê yekê hemû gelên cîhanê rabû ser piya û xwedî li vê lehengiya Kobanê derket û biryara girtin ku 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê îlan bikin. Kobanê bû hêviya gelan. Heke niha DAIŞ li her devera Sûriyeyê têk diçe, destpêka vê yekê Kobanê bû. Ev roj li tevahiya gelan û şervanên me pîroz be.”      MA / Nazim Daştan