Hevrêyên Mamoste Kadrî Kaya behsa wî kirin 2018-10-31 11:18:43 AMED – Hevrêyên kedkarê çapemeniya azad an jî kurd Mamoste Kadrî Kaya yê ji sala 1999’an vir ve li saziyên çapemeniyê xebitî behsa wî kirin û gotin: “Mamoste rênîşanderê çapemeniya azad bû. Bi wefata Mamoste civata çapemeniyê û kedê windahiyek mezin jiyî.”  Rojnameger Kadrî Kaya li qada kedê bi navê xwe yê Seyda û li qada çapemeniyê jî bi navê xwe yê Mamoste dihat naskirin. Mamoste Kadrî Kaya roja 29’ê cotmehê dema li Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Egeya Îzmîrê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Mamoste Kadrî li saziyên Perwerdehiya Netewî dest bi jiyana xwe ya xebatê kir. Heta ku teqewît bû jî wek endamê Egîtîm Senê xebatên girîng birêve bir û mohra xwe li bin xebatên hêja da. Mamoste Kadrî di 18’ê nîsana 1999’an de li Rojnameya Ozgur Bakiş a wê demê dest bi karê rojnamgeriyê kir û Nûnertya Amedê ya rojnameyê hilda ser milê xwe. Ew di rojnameyên mîna Azadiya Welat, 2000’de Yeni Gundem û Ulkede Gundem a heftane jî bi awayek çalak xebitî û nûnertiyê kir. Mamoste di 4’ê Nîsana 2002’an de di nav damezrandina Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) de cih girt û bû yek ji damezrînerê ajansê. Mamoste Kadrî 13 sal bênavber û bêwestan nûnertiya DÎHA’yê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê (KHK) de hat girtin a Amedê birêve bir û wek karê herî pîroz da ser milê xwe. Kaya jî wek ku çawa DÎHA’yê û kevneşopiya çapemeniya azad digot “Ji rastiyan tawî nayê dayîn” ew jî bi heman dirûşmê xebitî û qet tawîz neda rastiyan. Mamoste Kadrî ji ber ku nexweşîna penceşêrê pê re peyda bû neçar ma ku di du salên dawî de navberê bide karê xwe.    QÎMET DIDA ALAVAN Û ALAVAN NIPÎNÛ DIKIR    Navê wî her çiqas Kadrî bû jî lê di nava çapemeniya kurd de ji sala 1999’an vir ve her kes wî wek Mamoste dinasî. Mamoste Kadrî wek çavê xwe li DÎHA’yê û çapemeniya azad nêrî û li ajansê karê nûnertiyê, hesapgirî, teknîkê, kontrolvanî û parêziyê kir. 16 sal di nav çapemeniya kurd de xebitî û ji bo her nûçegihanek kedek mezin da û wan fêrî her rêbazên çapemeniyê kir. Ji derdê her nûçegihanek re bû derman. Tişta ku jê re dihat gotin kêrî tiştekî nayê lê Mamoste tiştên nuwaze ji wan tiştan derxist. Serwîsên wan marqeyan ku nikaribûn wan wênekêş û kamerayan tamîr bikin, lê mamoste wek pisporek herî jîr dadiket nava mêjiyê wan alavan û nipînû dikir. Van wênekêş û kamerayên nipînû dibûn bi salan rastiyê şopandin û şopandina van alavan a rastiyê didome.    ‘HER TIM DI NAVA HEWLDANAN DE BÛ’    Kaya di xebatên sendîkayê de jî mohra xwe li bin xebatên hêja da. Lê ew bêtir bi xebatên xwe yên çapemeniyê dihat nasîn. Hevrêyên Mamoste yên sendîka û çapemeniyê behsa têkoşîn, ked û kesayeta wî kirin. Nesîp Gultekîn ê ku ji sala 1980’an heta salên 200’î li gel Mamoste hevrêtiya sendîkayê kirin diyar kir ku ew bi wefata Mamoste xemgîn bûne û got: “Kesayetek rast disekînî û di xebata sendîkayî de çalak bû. Her tim ji bo mafê mirovan, têkoşîna demokrasî, mirov û ehlaqî û azadiya gelê kurd di nava hewldanan de bû. Heta teqewît bû jî xebatên çalak birêve bir. Piştî sendîkayê li çapemeniyê dest bi xebatê kir û kedek mezin da. Li DÎHA’yê şev û roja xwe kir yek. Em ji ber wefata Mamoste gelek êşiyan. Me li Sendîkayê jê re digot Seyda. Bûyerên civakî gelek baş tahlîl dikir û gelek baş pênase dikir. Windahiyek mezin e ji bo me.”    ‘QADA ÇAPEMENIYÊ Û KEDÊ NIRXEK XWE MEZIN WINDA KIR’    Suzan Îşbîlen a li Egîtîm Senê bi hev re xebitîn jî Mamoste bi van gotinan anî ziman: “Hevalek gelek ahengdar û bi dîsîplîn bû. Beriya her tiştî dîsîplînê li me ferz dikir. Girêdayî têkoşîna xwe bû. Ji ber vê em gelek xemgîn in. Hem qada kedê û hem jî qada çapemeniyê nirxek xwe mezin winda kir.”    ‘KEDKARÊ GELÊ XWE BÛ’    Hîkmet Altug ê li sendîkayê bi Mamoste re xebat birêve bir jî got: “Ev 30 sal in mamoste nas dikim. Me xebatên girîng bi hev re kir. Ji bo mirov mamoste nas bike divê mirov bi Mamoste re bixebitiya û hevrêtiyê pê re bikira. Kesayatek rast, rêzdar, kedkar û henûn bû. Bi kedkariya xwe dihat nasîn.”    BI OZGUR BAKIŞÊ DEST PÊ DIKE    Rojnameger Abdulvahap Taş ê salên dirêj bi Mamoste re xebitî jî destnîşan kir ku Mamoste di 18’ê Nîsana 1999’an de li Rojnameya Ozgur Bakişê dest bi xebata çapemeniyê kir û ji wê demê heta niha xebata çapemeniya azad birêve dibir. Taş anî ziman ku Mamoste di demên herî dijwar de xebat birêve bir û got: “Peywîra xwe bi helalî û paqijî dikir. Peywîra dida ser milê xwe bi layiqiyek mezin pêk dianî. Ew li DÎHA’yê dem bi dem şûna bavê me dem bi dem şûna birayê me û di her warî de dibû dermanê birîna me. Ne pêkan e mirov behsa Mamoste ya ku nirxek çiqas û çawa dida alavek ragihandinê. Bi qîmeta tişta dizanibû. Mirina Mamoste ji bo çapemeniya kurd windahiyek mezin e û em xemgînin.”    ‘TIJEKIRINA ŞÛNA MAMOSTE ZOR E’    Edîtorê Kurdî yê DÎHA’yê rojnameger Mehmet Alî Ertaş ê ku 14 sal li DÎHA’ê bi Mamoste re jî xebitî bi van gotinan Mamoste vegot: “Dibe ku Mamoste bi fizîkî ji nav me bar kir û çû, lê bes fikrên wî, keda wî û pêşengtiya wî wê her tim di nav me de be. Wê Mamoste her tim bibe rênîşanderê me. Gelek tecrûbeyan ji me re hişt û çû. Bi gotinan behskirina mamoste dê kêm bimîne. Tijekirina şûna Mamoste gelek zor e. Lê em ê wek kedkarên çapemeniya kurd bibin şopdarê Mamoste û têkoşîna wî dewam bikin.”    ‘JI RÊBEREK ÇAPEMENIYA AZAD BÛ’    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê rojnameger Tayîp Temel ê ku bi salan li gel Mamoste xebitî jî diyar kir ku Mamoste Kadrî yek ji rêberek çapemeniya azad bû û got: “Mamoste tenê hevrêyê me xebatê nîn bû, ji bo hemû rojnamegeran rêberek bû. Navê wî yê Mamoste ku girtibû navek ji rêzê nîn bû. Hem di warê jiyanê de hem jî di warê rojnamegeriyê de jî Mamoste bû. Keda Mamoste li ser her hevalek me heye.”    MA / Ozgur Paksoy – Mehmet Şah Oruç