Li Gîrtîgeha Sîncanê sûc diafirînin û ceza li girtiyan dibirin 2018-10-31 10:14:42   ENQERE – Jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê diyar kirin ku bi pêkanîna înfaz birînê re gelek girtiyên li ber berdanê bûn nehatin berdan.    Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê di demên dawî de înfaz birîn ketiye dewrê û gelek girtiyên li ber berdanê bûn nehatin berdan. Nûçegihana rojnameya Azadiya Welat a bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Dîlan Oynaş a ku li Girtîgeha Sîncanê dimîne behsa înfaz birîna jinên girtî kir.    Oynaş bi girtiyên bi navê Aycan Ozdogan, Saadet Akin û Selver Îspîr re hevdîtin kir û bi rêya nameyekê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re şand.    '5 MEH MABÛ DERKEVIM LÊ ÎNFAZA MIN BIRÎN’    Aycan Ozdogan ji sibata 2012’an ve girtî ye û têkildarî birîna înfaza wê ev tişt got: “Divê ez di 22’ê mijdara 2018’an de bihatama berdan. Di 2014-2016’an de du car cezayê hucreyê li min birîn. Herî dawî di hezarîna 2018’an de bi boneya min pêkanîna ‘jimartina ser piya’ qebûl nekir, sê caran cezayê hucreyê li min birîn. Bi heman hincetê min sewqî Girtîgeha Sîncanê kirin. Ez çawa ku hatim vir ji min re hat gotin ku ez ê ji ber cezayê hucreyê neyêm berdan. Ango hêj 5 meh ji min re mabû înfaza min birîn. Li Girtîgeha Tarsûsê jî heman pêkanîn hebûn. Li wir jî nêzî 40 jinên girtî înfaza wan hatibû birîn.”    'JI BER MEQESÊ CEZAYÊ HUCREYÊ LI MIN BIRÎN’   Saadet Akin jî têkildarî rewşa xwe wiha got: “Birîna înfazê polîtîkeyek e. Li gelek girtîgehan vê pêkanînê xistine meriyete. Li qawîşa me meqesek ku em nizanin kî aniye di lêgerînê de desteser kirin. Meqesa hat dîtin jî ne di nava eşyayên me de bû. Ji bin dolabê derxistin ûbirin. Tevî ku me got ne ya me ye jî lê cezayê min yê hucreyê hat êrêkirin. Min ê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bida lê hat astengkirin. Serî li beyanên sexte dan û vî cezayî li min birîn.”    'TEVÎ KU BIRYARÊN EMSAL HEBÛN JÎ…’    Selver Îspîr jî ji 2001’an vir ve girtî ye. Îspîr jî di navbera salên 2012-2014’an de sê cezayê cuda yên hucreyê lê hatiye birîn. Beriya ku 7 meh ji qedandina cezayê wê re bimîne înfaza wê hatiye birîn. Îspîr jî têkildarî rewşa xwe wiha got: “Di 2015’an de hukmê min erê kirin. Lê têkildarî birîna înfazê tu biryar tune bû. Berevajî vê di hemû belgeyên dihatin de tahliyeya bi şert adara 2018’an derbas dibû. Pişt re dosyeyek min din a jê dihatim darizandin cezayê min ê 10 mehan hat erêkirin. Di meha gulanê de hêj 7 meh ji qedandina cezayê min re mabû min têkildarî serbestiya bi kontrol agahî xwest. Yekîneya înfazê ji min re got ku înfaza min hatiye birîn û ji serbestiya bi kontrol sûdê nagirim. Tevî ku biryar der barê min de tune ye û cezayê min di meha adarê de qediyaye jî yekîneya înfazê di meha gulanê de wisa agahî da min. Li gel ku biryarên emsal hebûn jî lê dîsa erê kirin. Tevî ku me daxwaznameyên îtîrazê da û li dijî ceza derketin jî lê daxwazên me hatin redkirin.”    DÎLAN OYNAŞ KÎ YE?   Dîlan Oynaş li Zanîngeha Karatekîn a Çankiri beşa Rêveberiya Cemawer3i û Zanista Siyasetê dixwend. Di sala dawî ya xwendina xwe ji zanîngehê hat dûrkirin. Oynaş pişt re di Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin dest bi xebatê kir. Di 2016’an de dema li navçeya Nisêbîna Mêrdînê nûçegihaniyê dikir hat girtin û piştî 3 mehan hat berdan. Oynaş piştî mehekê dîsa hat girtin û wê şandin Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Di girtîgehê de cezayê Oynaş hat erêkirin û 7  sal û 10 meh cezayê hepsê lê hat birîn.