Çerçî ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatî pêşniyar dikin 2018-10-31 09:08:34 EDENE - Çerçiyên di zivistanê de ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatan pêşniyar dikin gotin: "Bila mirov berên kîmyewî bi kar neynin. Bi nebatan dikarin di zivistanê de xwe biparêzin."  Bi taybetî zivistanê li mirovan herî zêde nexweşînên grîpî peyda dibin. Ji ber van nexweşînan, zivistanê welatî berê xwe didin çerçî û etaran. Li Çarşiya Misirê ya Seyhana Edeneyê, liv û tevgera li çerçî û etaran zêde dibe. Welatî ji bo nexweş nekevin dermanên nebatan dikirin.    Seyfî Degîşmez ku nêzî 40 sal in çerçîtiyê dike, diyar kir ku zivistanê karê wan baş e. Degîşmez, anî ziman ku li Çûkûrovayê rewşa hewayê pir diguhere û got: "Li Edeneyê car heye, rojê 4 demsal xwe didin der. Roj heye, bi şev pir sermaye, biroj pir germ in. Îjar ji ber vê tirûşiya canê mirov sist dibe, em nikarin xwe mihafeze bikin û nexweş dikevin. Zivistanan em bi nebatên cuda hin tiştan çê dikin, da tirûşiya wucûd saxlem bibe. Zivistanê ji bo mirov nexweş nekeve, em zencefîl, çaya nebatan, dimsa hirmiyan pêşniyarî mirovan dikin."    ‘DERMANÊN KÎMYEWÎ NEXWIN'    Degîşmez, diyar kir ku zivistanê ji malbetekê herî kêm kesek an du kes nexweş dikevin û got: "Wexta mirov nexweş dikevin êdî ji dermanên kîmyewî direvin, berê xwe didin berên nebatî. Dermanên nebatan, zirarê nadin canê mirov, lê yên kîmyewî wucûd texrîb dikin. Em berên kîmyewî pêşnitar nakin. Jixwe mirov ji bo qederekê bi dermanên kîmyewî baş dibin, lê belê yên nebatî ne wisa ne. Bila mirov berên kîmyewî bi kar neynin. Dikarin bi nebatan xwe biparêzin. Jixwe em vê yekê ji mirovan re dibêjin."   Degîşmez, destnîşan kir ku mirov di her demsalê de dikare zencefîl, zeferan, çaya giyagewrikan, dimsa hirmiyan bi kar bûne.   Ozgun Bîçer jî, anî ziman ku di gelek meran de hormon hene û ji ber vê mirov zû nexweş dikevin. Bîçer got: "Dermanên normal, piştî mirov nexweş dikevin bi kar tînin. Lê belê yên nebatî ne wisa ne, berî mirov nexweş bikeve dixwin û rê li ber nexweşînê digire. Niha gelek mirov tên ji me dikirin. Jixwe ji bo her demsalê berên me hene. Niha kîloya exlemûrê 150, ya beybûnan 80, ya giyagewrikan 50 lîre ye."    MA / Ergin Çaglar