24 sal in li pey kujerên hevjînê xwe ye: Zilm heman zilm e 2018-10-31 09:07:50 ÎZMÎR - Kubra Yilmaz, ji bo kiryarên hevjînê wê Mehmet Zekî Yilmaz ku li Geverê bi Torosa spî hat revandin bê datizandin 24 sal in têdikoşe. Yilmaz bal kişand ser kêlika gora hevjînê xwe ya hat şikandin û got: "Hevjînê min ji vê cîhanê çû, lê ji axê çi dixwazin? Zilm heman zilm e, tu tişt neguheriye."  Yek ji cinayetên "kiryar nediyar" jî cinayeta Mehmet Zekî Yilmaz e. Yilmaz di sala 1994'an de li navçeya Gever a Colemêrgê bi "Torosa Spî" hat revandin û piştî hat revandin cenazeyê wî li ser sergoyê gund hat dîtin. Dayika 7 zarokan Kubra Yilmaz, 24 sal in li pey kiryaran e.    ‘3 ROJAN ME AGAHÎ JÊ NEGIRTIN'    Kubra Yilmaz (50), anî ziman ku hevjînê wê ji mal birine û dema wî birine gotine "tu sûcî wî tune ye" û ew berdane. Yilmaz, diyar kir ku lê belê piştî 10 rojan şûnde  6-7 kesên sivîl li ber kargeha wan hevjînê wê li "Torosa Spî" siwar kirine û revandine. Wê çaxê 3 rojan xeber ji Yilmaz nayê gitin. Malbat serî li emniyetê dide, lê belê dîsa jî der barê Yilmaz de tiştekî bi dest naxin. Malbat paşê cenazeyekî ku li gundê Manîs ê Geverê tê dîtin teşhîs dike û diyar dibe ku ew cenaze ê Mehmet Zekî Yilmaz e. Piştî vê, 15 sal berê malbat ji ber zext û zoriyên dewletê ji neçarî berê xwe dide Îzmîrê.    Yilmaz got: "Wê çaxê hatin li mala me geriyan, lê tu tişt nedîtin. Hevjînê min ji min re got, ê wî bibin emniyetê. Zarokên min biçûk bûn. Wê çaxê kurê min ji bavê xwe re got 'bavo tu diçî kuderê?' Bavê wî got 'deewlet min dibe, lê yê êvarî min berde.' Danê êvarî wexta ji qereqolê hat destê xwe danîbû ser newqa xwe. Min jê pirsî ka çi bûye, got îşkence lê kirine. Wexta min jêre got 'Çima nabêjî?' Got, 'ka bêjim çi dewlet e, bi her awayî îşkenceyê dike.' Meha Remezanê bû û herkes bi rojî bû. Mehmet Zekî çû ser karê xwe û dîsa kesên ser çavên wan girtî ûs ivîl tên wî li wesayîtekê siwar dikin û dibin. 3 rojan me agahî jê negirtin. Me nizanibû çi bûye.    ‘DOZGER BI KEN RED KIR'    Roja sisêyan, leşkerekî ji tiyê min re got birayê re li Tabûra Cendirmeyan a Geverê ye. Roja çaran tiyê min serî li dozgerê Geverê yê wê demê Emîn Erol da. Lê belê dozger henekê xwe pê kiriye û bi ken gotiye kesekî wisa li tabûrê tune ye. Serefserekî bi dizîka ji tiyê min re gotiye li nêzî gundê Manîsê cenazeyek heye, dibe ku ê birayê re be."    ‘GOTIN BI ÎŞKENCEYÊ HATIYE KUŞTIN'    Yilmaz got: "Tiyê min cenaze nas nekir. Serê cenaze eciqîbûye, tiliyên wî şikestî bûne û devê wî bi bandê girêdabûn. Nedihat naskirin. Tiyê min birayê xw enas nekir. Lê wî ji bêceme û gorên ku dema bi şev radiket li xwe dikir nas kiriye. Tiyê min dema birayê xwe di wî halî de dibîne ji se rhiş diçe. Dema cenazeyê Mehmet birin morgê, bijîşkan got bi îşkenceyê hatiye kuştin. Dozger Emîn Erol, li ber çavê min bi bijîşkan re xeyîdî û ji wan re got îşkence nehatiye kirin. Bi şertê ku em bi bêdengî veşêrin cenaze dan me. Piştî hevjînê min hat kuştin, zext dîsa dewam kirin. Leşker ji ber deriyê me nediçûn. Tim mala me sehî dikirin. Hema bêje her roj. Du tiyên min jî hatin binçavkirin. Îşkence li wan kirin û bi darê zorê ji wan re gotin, gere bêjin ew endamên rêxistinê ne. Ji ber ku qebûl nekirin hatin girtin. Yek jê 40 rojî yê din jî salekê girtî ma. Piştî hatin berdan, ji tirsa ew jî pir bi ser bûyerê de neçûn."    ‘BI DESTARIYÊ MIN ZAROKÊN XWE XWEDÎ KIR'    Yilmaz, destnîşan kir ku wê bi destkariyê zarokên xwe mezin kiriye û got: "Zarokê min ê herî biçûk 8 salî bû. Pêlav boyax dikirin û hêkên min li mal dikelandin difirot. Bi zarokên min gef li min dixwarin. Nîşe danîbûn ber derî û di nîşeyê de gotibûn 'em ê zarokên te jî bibin.' Di 2004'an de me serî li Dozgeriya Komarê ya Geverê da û me got hevjînê min hatiye revandin û kuştin. Bi hinceta dmeboriyê doz hat redkirin. Di sala 2005'an de em hatin Îzmîrê. Li ser biryara Dozgerê Komarê me parêzerek girt. Parêzer ji me re got demborî tune ye û ji ber îhmalkariya dozgerê Geverê biryareke wisa hatiye dayîn. Ji bo kiryarên hevjînê min bên darizandin me dîsa doz kir. Lê belê doz bi hinceta demboriyê dîsa hat betalkirin. Îjar me di meha Îlonê de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Heta sax bim ez ê vê dozê bişopînim û dev jê bernedim."    Yilmaz, destnîşan kir ku par ew çûye Geverê serdana gora hevjînê xwe kiriye, lê belê mermerê gorê hatibû şikandin û got: "Hîn jî dev ji me bernedane. Me rihet bernadin. Hevjînê min ji vê cîhanê çû, lê ji axê çi dixwazin? Mermerên goran şikandine. Vê carê min gora hevjînê xwe bi hesin çêkir. Herî dawî 2 meh berê çûm ser gora wî. Ji wê rojê heta niha tu tişt neguheriye. Piştî kuştina hevjînê min bi şeş mehan bavê wî mir û diya wî jî aqlê xwe avêt. Hîn jî êrîş didomin. Hîn jî mirov diêşin. Zilm heman zilm e, tu tişt neguheriye. Êrîşî Dayikên Şemiyê dikin. Nahêlin dauxyaniyê jî bidin. Ne edalet ne jî misilmanî maye. Heta kiryar neyên dîtin em ê dev ji doza xwe bernedin. Heta em kiryarên zarokên xwe, hevjînên xwe û cenazeyên wan nebînin em ê dev ji doza xwe bernedin."    MA / Ayşe Surme