Qaçaxçiyên mirovan rojên şil û şepeliyê hildibijêrin 2018-10-31 09:07:09 ÎZMÎR - Serokê WAHA'yê Muhammed Salih Alî, diyar kir ku qaçaxçiyên ku di ser Tirkiyeyê penaberên sûriyeyî di ser behrê re dibin Ewropayê, bi piranî rojên bi firtone hildibijêrin. Alî got: "Ji ber vê mirov pir dimirin."  Di demên dawî de bi piranî li Îzmîr û Mûglayê penaber zêde dimirin. Penaberên di ser Tirkiyeyê re ji neçarî koçî Ewropayê dikin li behrê dixin û diçin. Serokê Komeleya Piştevaniya Penaberên Sûriyeyî (WAHA) Muhammed Salih Alî, destnîşan kir ku rojê herî kêm 100 penaber serî li komeleya wan didin. Alî, anî ziman ku penaber bi hêviya jiayneke nû berê xwe didin Ewropayê û mirinên li behran çêdibin ne qeza ne, cinayet in. Alî, destnîşan kir ku tenê ne welatek, Neteweyên Yekbûyî (NY) û welatên Ewropayê jî ji vê yekê berpirsiyar in.    ‘ROJÊN ŞIL Û ŞEPELÎ TÊN HILBIJARTIN'    Alî, destnîşan kir ku pêdiviya sereke ew e, dawî li şerê li Sûriyeyê bê. Alî, anî ziman ku koêberiyên çêdibin ne tercîh in, ji mecbûrî çêdibin. Alî, da zanîn ku li gorî qeydên fermî 4 milyon sûriyeyî ji neçarî hatine Tirkiyeyê. Alî, bilêv kir ku li gorî daneyên 4 meh berê 150 hezar sûriyeyî li Îzmîrê qeyda xwe li Îdareya Koçberiyê çêkiriye. Alî, anî ziman ku li gorî texmîna wan meha Cotmehê jî di nav de, ev hejmar gihaştiye 200 hezar kesî. Alî got: "Penaber ji bo biçin Ewropatê tên Îzmîrê. Qaçaxçiyên van mirovan ibin, bi taybetî rojên şil û şepelî hildibijêrin."    Alî, diyar kir ku penaberên dixwazin biçin dema dikevin nav lepên qaçaxçiyan bi zor û zehmetiyê re rû bi rû dimînin û got: "Di rojên şil û şepeliyê de li behrê kontrol pir tune ye. Qaçaxçî jî vê yekê wekî firsendê dibînin û penaberan dişînin. Ji ber vê mirov zêde dimirin. Pêl hene, hewa nebaş e, lê dîsa jî mirov diçin. Qaçaxçî vê yekê wek firsend bi kar tînin û mirovên diçin jî hay ji vê yekê hene. Malbatên min bi wan re hevdîtin çêkiriye dibêjin 'jixwe em dimirin, çûyîn ji bo me şensek e.' Ev fikr fikreke nebaş e. Berê heta Sirbîstan, Makedonyayê sînor vekirîbûn. Niha kesên diçin hemû li giravan dimînin û şert û mercên li giravan zehmet in. Dizanin jiyana li wir nebaş e jî, lê dîsa jî bi hêvî diçin."    Alî, diyar kir ku gelek sedemên çûyîna penaberan a bi ber mirinê ve hene, lê belê sedema herî girîng şer e.    ‘LI BENDA BIDAWÎBÛNA ŞER IN'    Alî, anî ziman ku ji bo di warê perwerdehî, ziman û gelek tiştên din de alîkariya penaberan bikin komên wan hene. Alî, diyar kir ku li komeleya wan gelek kesên dildar hene û got: "Jiyana zarok û jinan zehmetir e. Gelek jê bavê wan, hevjînên wan mirine. Jixwe ên tên cem me ji sedî 90'ê wan jin û zarok in. Kesên li Îzmîrê dimînin hinekî hînî vira bûne. Wek mala xwe dibînin. Ji bilî saziyên fermî, li van deran bi rihetî bi erebî diaxivin. Gelek sûriyeyên ku nêzî 7 sal in li vir dijîn, hînî jî bi tirkî nizanin. Çimkî ew xwe wekî mêvan dibînin. Hin jê zarokên xwe naşînin dibistanên tirkî. Li bendê ne dawî li şer bê. Yanî ger îro jî dawî li şe rbê, dê gelek ji wan biçin welatê xwe yê hatiye hilweşandin. Ji sedî 8'yê gelê Sûriyeyê bi cotkariyê re eleqedar dibe. Zehmet e mirov kesên bia xê eleqedar in bîne metrepolan û hînî metrepolan bike. Loma ew ji mecbûrî li vir in. Liw elatê wan şer heye. Ji ber vê ye ku Behra Egeyê û Ewropayê wekî rêya xelasiyê dibînin."    MA / Ayşe Surme – Nimet Olmez