ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2018'AN 2018-10-31 09:00:44 * Keleha Amîkê ku beriya zayînê di salên 700'î de ji aliyê Ûrartiyan hatiye çêkirin, niha bê xwedî hatiye hiştin. nivîskar-lêkolîner Îkram Îşler bal kişand ser girîngiya kelehê ya di dîroka kurdan de û destnîşan kir ku ji ber karîgeriyên bîrdozî keleh nayê parastin.  * Wê pirtûka "Alevî Kadinlar; Vardik, Variz, Var Olacagiz" di meha Mijdarê de li pirtûkfiroşan be. Nivîskar Gulfer Akkaya di pirtûkê de zayendîparêziya di rêxistinên elewiyan de rexne kiriye û dibêje: "Divê rêxistinbûyîna jinên elewî jî hebin."    * Serokê WAHA'yê Muhammed Salih Alî, diyar kir ku qaçaxçiyên ku di ser Tirkiyeyê penaberên sûriyeyî di ser behrê re dibin Ewropayê, bi piranî rojên bi firtone hildibijêrin. Alî got: "Ji ber vê mirov pir dimirin."    * Kubra Yilmaz, ji bo kiryarên hevjînê wê Mehmet Zekî Yilmaz ku li Geverê bi Torosa spî hat revandin bê datizandin 24 sal in têdikoşe. Yilmaz bal kişand ser kêlika gora hevjînê xwe ya hat şikandin û got: "Hevjînê min ji vê cîhanê çû, lê ji axê çi dixwazin? Zilm heman zilm e, tu tişt neguheriye."    * Çerçiyên di zivistanê de ji bo nexweşînên grîpî dermanên nebatan pêşniyar dikin gotin: "Bila mirov berên kîmyewî bi kar neynin. Bi nebatan dikarin di zivistanê de xwe biparêzin."    * Komisyonên Hala Mêrsînê diyar kirin ku ji ber Enflasyon zêde dibe, lêçûna rençberan zêde bûye malên ku ji rençberan dikirin bûha dikirin û neçar dimînin ku buha bifroşin. Komîsyonvanan da zanîn ku di demsala pêş de dê buhayê zebze û team bêtir zêde bibe.    * Li Şirnexê, qeyûmê tayînî şaredariyê hatiye kirin, rêya li Taxa Yeşîlyûrtê xira kir hîn jî çênekiriye. Ava qenalîzasyonê ya girtîgehê diherike ser vê rêyê û ji ber vê rê bûye çirav. Her wiha bi mehan e xweşikî ceryan û ava taxê jî tune ye.    * Gerînendeya Weşana Giştî ya Radyo Dunya ya bi KHK’ê hat girtin Medîne Gumuş, diyar kir ku li Edeneyê Çapemeniya Azad di hedefa DAIŞ’iyan de bû û wê demê tim di telefonê de gef li wan dihat xwarin. Rojnameger Ahmet Kanbal jî, anî ziman ku di 6-7’ê Cotmehê de ji mirinê filitîn û xwest dosyeya lêpirsîna Kadrî Bagdu ji nû de bê destpêkirin.   * Danişîna doza nûçegîhanê ETHA Ali Sonmez Kayar û 5 rêveberên ESP'ê dê li 32'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna doza îstîsmarkar M.D., yê li Navçeya Bûca ya Îzmirê tecawizî O.S. kir û niha serbest tê darizandin dê li 4'emîn dadgeha cezayên giran a Îzmirê bê dîtin. (11:00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û heyeta pêre dê Rêxistina HDP'ê ya Êlihê ziyaret bike. (11.00)    * KESK, dê li dijî xizanî û bê ewlehiyê li Navenda Giştî ya Tum Bel-Senê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11:00)   * Platforma Jinan a Mêrsînê li Parka Zarokên Azad (Ozgur Çocuk Parki) li Konseya Bajar a Mezîtlî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (13. 00)   * Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan, dê li navenda Giştî ya HDP'ê bi Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan re bê cem hev. (14:00)