'Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû' 2018-10-30 21:03:45 AMED – PEN’a Kurd di 6’emîn salvegera koça dawî ya helbestvan Arjen Arî de bernameya bîranînê li dar xist. Di bîranînê de Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk axivî û got: “Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû.”   PEN’a Kurd bi boneya salvegera 6’emîn a koça dawî ya helbestvanê kurd Arjen Arî bernameya bîranînê li dar xist. Heval û malbata Arî ewil çûn goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezana Amedê ziyaret kirin û Arjen Arî bibîranîn. Pişt re jî nivîskar, malbat, hezkiriyên Arî li avahiya Şaxa 1’emîn a Egîtîm Sena Amedê bernameya bîranînê li dar xistin. Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk, rêveberên MED-DER’ê, malbata Arî jî di nav de gelek nivîskar, helbestvan û hezkirinê Arjen Arî tev li bernameyê bûn.      ‘ZIMANÊ WE ŞAL Û ŞAPIK E’     Bername bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê xwişka Arî, Necla Arî ya ji Swêdê ji bo bernameyê hat axivî û destnîşan kir ku Arjen Arî kesayetekî stûna helbesta kurdî û zimanê kurdî bû û got: “Wek ku Arjen digot ‘Zimanê we şal û şapikê we ye. Bila her tim li we be.’ Ziman ji bo Arjen gelek girîng bû. Axaftin û nivîsandina kurdî ji bo wî tişta herî bi nirx bû. Ez bi van hestan wî carek din bibîr tînim.”     Piştî axaftina Necla Arî, sînevîzyonaeke der barê Arjen Arî de hat pêşandan.     ‘ARJEN ARÎ ŞÊRGELEYEKÎ ZIMANÊ KURDÎ BÛ’     Dû re Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk axivî û diyar kir ku pirsgirêka herî mezin a gelê kurd bênetewîbûn e û wiha got: “Ji bo yekîtiya neteweyî em xwedî li nirxê xwe derkevin. Ji van nirxana ya herî mezin zimanê me ye. Helbestvan, çîrokbêj, nivîskar û dengbêjên me her tim zimanê me zindî hiştin e û li pêş xistin e. Lazim e em her tim li van helbestvan û nivîskarên xwe yên hêja xwe xwedî derkevin. Arjen Arî ji bo zimanê kurdî kedek pir mezin da. Arjen Arî şêrgeleyekî zimanê kurdî bû.”    Piştî axaftina Ozçelîk nivîskar û helbestvanê bi Arjen Arî hevaltî û dostaniyê kiribûn, bîranînên xwe vegotin.   Koma muzikê ya MA Muzîkê jî stran gotin. Bername bi xwendina helbestên Arî ya endamên Koma Helbestê ya Amedê bi dawî bû.