Malbatan bang li rayedaran kir: Cenazeyên me teslîmî me bikin 2018-10-30 16:55:49   AMED – Malbatên cenazeyên zarokên xwe wernagirin serî li Şaxa ÎHD’ê ya Amedê dan. Malbatan bang li hikumetê û rayedaran kir û got: “Dev ji vê feraseta xwe ya li dijî hiqûqê berdin. Em dixwazin demildest cenazeyên zarokên me radestî me bê kirin."    Malbatên cenazeyên zarokên xwe yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan werbigirin û ji bo piştevaniya hiqûqî serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Malbatan piştî serlêdanê li ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Salîha Aydenîz, Reziye Tosun û Dersim Dag, hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê û nûnerên ÎHD’ê beşdar bûn.    ‘PÊVAJOYA CENAZEYAN TRAVMAYÊ ÇÊDIKE’    Diyadîn Saltan li ser navê malbatan metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku malbatan tenê ne êşa zarokên xwe di şer de dane dikişînin di heman demê de di pêvajoya cenaze wergirtinê de travmaya mezin dijîn. Saltan da zanîn ku wergirtina cenazeyan veguheriye îşkenceyê û got: “Cenaze li qada şer man e. Tevahiya werselên wan xera bûye. Ev yek jî dibe sedemê êşên herî mezin.”    ‘VEDIGUHERÎNIN ÎŞKENCEYÊ’    Saltan destnîşan kir ku piştî li qadên şer cenazeyan li gelek bajaran digerînin û dozgerî wan arasteyî yekîneyên mîna Cendermeyan dikin. Saltan anî ziman her çiqas ew ji bo testa DNA’yê nimûneyên xwînê didin jî lê dîsa encamek bi dest naxin û got: “Testa DNA’yê bi mehan didome. Ev yek jî vediguhere îşkenceyê. Mafê her cenazeyê heye radestî malbatên wan bikin û bên definkirin. Tevî ku ev maf heye jî lê cenazeyan nadin malbatan û destûrê nadin wecîbeyên olî jî bicih bînin. Li gel vê yekê jî gorên zarokên me rûdixînin.”    ‘EM Ê XWEDÎ LI CENAZEYÊN XWE DERKEVIN’    Saltan diyar kir ku armanca bingehîn a hemû pêkanînan, polîtîkaya dixwazin malbat cenazeyên xwe wernegirin  û got: “Em jî dibêjin heke armanc ev be, xwedî derketina li cenazeyan jî mafê me yê herî bingehîn û mirovî ye. Di hemû peymanên navnetewî de jî ev mafê bingehîn e. Em jî wek malbatan heta dawî xwedî li cenazeyên zarokên xwe derkevin. Em li vir bang li hikumet û rayedaran dikin Dev ji vê feraseta xwe ya li dijî hiqûqê berdin. Em dixwazin demildest cenazeyên zarokên me radestî me bê kirin. Em hemû saziyên mafê mirovan vedixwînin hestiyariyê.”