Dê derbarê kesên êrîşa Bîrdariya 10’ê Cotmehê kirin de serlêdana sûc bikin 2018-10-30 15:19:42   ENQERE - Komeleya 10’ê Cotmehê, êrîşa li dijî Bîrdariya 10’ê Cotmehê, şermezar kir û diyar kir ku  ewê derbarê kesên êrîş pêk anîn de dê serlêdana sûc bikin.   Komeleya Aştî û Piştevaniya 10’ê Cotmehê (10 Ekîm-Der), derbarê êrîşa li dijî Bîrdariya 10’ê Cotmehê ya endamên DAIŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li dijî mîtînga Aştiyê ya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û HDP'ê ku li GAR'a Enqereyê pêk anîn êrîşa xwekujiyê pêk anîn û di êrîşê de 103 qasidên aştiyê ji yana xwe ji dest dabûn, de daxuyanî da. Daxuyanî li ber Yekîtiya Xwendekarên Tirk a Mîllî hat dayîn û di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin.     Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Îzmîrê Serpîl Kemalbay, Hevserokê KESK’ê Aysûn Gezen û Mehmet Bozgeyîk, gelek nûnerên rêxistinên kedê û sendîkayan beşdarî daxuyaniyê bûn.    ‘DIVÊ ÊRÎŞKAR BÊN CEZAKIRIN’   Seroka Komeleyê Parêzer Mehtap Sakîncî Coşgun daxuyanî da û diyar kir ku ev êrîş ji êrîşên din ne cudaye. Coşgun, bertek nîşanî negirtina êrîşkaran da û wiha got: “Cara 4’emîne êrîş dikin. Ji vê saetê û şûnde emê tu êrîşîn li dijî bîrdariyê qebûl nekin. Derbarê vê yekê de emê dest bi pêvajoya hiqûqî bikinl. Ji bo vê emê serlêdana sûc bikin û şopdarê vê bûyerê bin. Emê teşhîra vê yekê berdewam bikin.”   ‘ÊN KU CESARETÊ DIDIN WAN, EM DINASIN’    Serokê Desteya Rêveberiya TMMOB’ê Emîn Koramaz, piştî Coşgun  axivî û wiha bilêv kir: “Kesên ev êrîşa dij mirovahî pêk anîn û yên cesaretê didin wa, ji vê derê gotinek me ji bo wan heye. Em wan şermezar û lanet dikin. Em êrîşkaran baş dinasin. Em kesên cesaretê didin wan jî baş nas dikin.”   Piştî daxuyaniyê Komeleya 10’ê Cotmehê dê li Edliya Enqerê serlêdana sûc bike. Di heman demê de hat diyar kirin ku di saetên şevê de wê cardin bîrdarî mîna berê bê sererastkirin.