'Doza Parêzerên KCK’ê’ hat taloqkirin 2018-10-30 13:10:21   STENBOL - Danişîna “Doza Parêzerên KCK’ê” ya darizandina 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat dîtin. Parêzer Omer Guneş di danişînê de parastin kir û got: “Dozger û hin midûrên ewlekariyê ji bo ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bi ser nekeve, dest bi hewldanan kirin.”    Danişîna 11’emîn “Doza Parêzerên KCK’ê” ya darizandina 46 parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Dadgeha Cezayê Giran a 19’emîn a Stebolê hat dîtin. Hin parêzerên derve de tên darizandin û gelek parêzesr beşdarî danişînê bûn.    ‘DOZGER DEST BI LÊPIRSÎNÊ KIRIN NIHA GIRTÎNE’   Parêzer Omer Guneş, piştî danasîna nasnameyê parastin kir û wiha got: “Dozger derbarê me de dest bi lêpirsînê kirin niha ji doza FETO girtîne û tên darizandin. Dozger û hin midûrên ewlekariyê ji bo ‘Pêvajoya Çareseriyê’ bi ser nekeve, dest bi hewldanan kirin.”   ‘DANIŞÎN TALOQÎ 5’Ê ADARÊ HAT KIRIN’   Piştî parastina Guneş, Parêzer Esra Salman, parastin kir. Şandeya dagehê piştî daxwazên parêzaran biyar da û danişîn taloqî 5’ê Adara 2019’an kir.