Çiyayê Cûdî tê topbarankirin 2018-10-30 10:26:45   ŞIRNEX – Quntarê çiyayê Cûdî yê li herêma Şirnexê tê topbarankirin.    Çavkaniyên herêmî ragihandin ku quntarê çiyayê Cûdî yê li hember Bajarokê Gundikê Melê ya li Şirnexê ji aliyê eskeriyê ve tê topbarankirin. Çavkaniyan diyar kir ku topbarankirin ji baregehên eskeriyê yên li girên jor in pêk tê û ev topbarankirin dibe sedema dengê bilind.