Li Osmaniyeyê girtiyên birîndar nayên tedawîkirin 2018-10-30 09:20:07 EDENE - Parêzera ÎHD'ê Yasemîn Dora Şeker, diyar kir ku girtiyên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de bi birîndarî hatin binçavkirin û hatin girtin li Girtîgeha Osmaniyeyê nehatine tedawîkirin. Şeker, bilêv kir ku hin girtî seqet mane û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.  Nûnera Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Herêma Çûkûrovayê Parêzer Yasemîn Dora Şeker û heyeta li gel wê, di 28'ê Îlonê de serdana Girtîgeha Jimare 1 û 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê kirin. ÎHD'ê, der barê binpêkirinên mafan de raporek amade kir. Şeker, bal kişand ser îşkence û muameleya ku girtî bi wan re rû bi rû dimînin.    ‘GER NEYÊ TEDAWÎKIRIN DÊ SEQET BIBE'    Şeker, diyar kir ku girtiyan bi rêuan name û telefonan li malbatên xwe geriyane û binpêkirinên mafan ragihandine û paşê wan jî serdana wan kiriye. Şeker, destnîşan kir ku girtiyên di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de bi birîndarî hatin binçavkirin û di Girtîgeha Jimare 1 û Jimare 2'yan a Tîpa T a Osmaniyeyê de dimînin nehatine tedawîkirin. Şeker, anî ziman ku yek ji van birîndaran jî Akar Îkbal e û eger Îkbal neyê tedawîkirin dê seqet bibe.    JIMARIYA LI SER PIYAN    Şeker, der barê Îkbal de çavdêriyên xwe ragihandin: "Got, di dema qedexeya derketina kolanan a li Nisêbînê de ji destê xwe yê çepê birîndar bûye û perçeyê guleyê di sînga wî de ye, nikare bêhnê bistîne. Ji ber milê wî yê çepê nayê emeliyatkirin her diçe biçûk dibe û lawaz dibe. Got, her diçe hindik maye seqet bibe, wî ji bo emeliyatê birine nexweşxaneyên dewletê yê Edene û Osmaniyeyê, lê belê li nexweşxaneyan tenê hebên êşbirînê dane wî û hebên hatine dayîn jî an gardiyan qet nadin an jî dema didin bi zorê gardiyan devê wî vedikin û didin. Diyar kir ku, jimariya li ser piyan tê ferzkirin û berî vê li wan didin, lê niha jî bi zorê wan radikin ser piyan. Got, tim tên tehrîkkirin, gef li wan tên xwarin, li revîrê kes bi wan re eleqedar nabe û li wan nanêre. Bilêv kir ku nêzî 2 sal û nîv in girtiye, dema wan dibin nexweşxaneyê jî li wir wan dixin odeyênw ekî hucreyan û bêyî bên tedawîkirin wan dîsa dibin nexweşxaneyê û di dema çûnhatinê de tim ehqaret li wan tên kirin û li nexweşxaneyê jî fermandar û bijîşk heqaretê li wan dikin. Di lêgerînên kêfî de qawîş tên serobinokirin û gardiyan tim gefan li wan dixwin. Her wiha Îkbal xwest dawî li tecrîdkirina wan bê û hevalên wî yên birîndar bên tedawîkirin."    GIRTIYÊ NEXWEŞ TÊ TECRÎDKIRIN    Şeker, diyar kir girtiyê nexweş Abdulkadîr Baybars jî di dema qedexeya derketina kolanan a Nisêbînê de bi birîndarî hatiye girtin û ew jî di hucreyê de tê tecrîdkirin û bi zorê bêhnê distîne û nayê tedawîkirin. Şeker got: "Girtiyê bi navê Sabrî Kaya jî, extiyar e, gelek enxweşîn lê peyda bûne û ji sedî 70 dilê wî naxebite. Di dilê wî de pûl heye. Hat ragihandin Adem Amaç jî birîndar e û nayê tedawîkirin. Girtiyê bi navê Sîraç Yuksel jî birîndar e û bêyî bê tedawîkirin ew xistine hucreyê. Girtiyê bi navê Mehmet Farûk Engîn jî birîndar e û hindik maye seqet bibe û hîn jî birînên wî necebirîne. Hat diyarkirin ku Yavûz Akar jî ji nava xwe nerihet e û li enxweşxaneyê bêyî bê tedawîkirin tenê heba êşbirînê hatiye dayîn û ew şandine. Girtiyên extiyar û nexweş Celîl, Fahrettîn û Yuksel jî tedawiya wan bi derengî hatiye xistin, rewşa wan xirab e û ji bo dawî li van şert û mercên xirab bên bang li herkesî kirin."    MUAYENEYA DI WEZIYETA KELEMÇEKIRÎ DE HAT FERZKIRIN    Şeker, diyar kir ku li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li girtiyan tê ferzkirin û tên derbkirin û ji ber girtiyên nexweş li nexweşxaneyê muayeneya di weziyeta kelemçekirî de qebûl nekirine hatine derbkirin û bêyî bên tedawîkirin ew anîne enxweşxaneyê. Şeker, diyar kir ku bi awayekî kêfî qawîş tên sehîkirin û gardiyan bi kêfî bela xwe di girtiyan didin û dixwazin provakasyonan derxînin. Şeker, anî ziman ku hewadarî bi têlan hatiye girtin û bi vî awayî girtî baş hewayê nastînin û ronahî tê astengkirin.    ‘ASTENGKIRINA TEDAWIYÊ SÛC E'    Şeker, ji bo netedawîkirina girtiyên nexweş got "nêzîkatyeke dijminane ye" û domand: "Ji sala 2016'an ve çi qas em raporê amade bikin û ji bo lêkolînan heyetan bişînin, îdareya girtîgehê hin tespîtên me diderewîne. Dema em ji îdareya girtîgehê re dibêjin, ji bo derbkirin û îşkenceyê serlêdan hene dibêjin 'qethiyen tiştekî wisa tune ye.' Ji bo nexweşînên girtiyan jî dibêjin 'çi hewce be em dikin û em bi ehsas nêzî tedawiyê dibin. Em wan dişînin nexweşxaneyê.' Mixabin serlêdanên me nabersivînin. Her wiha der barê gelek giliyên me de jî biryarên neşopandinê tên dayîn. Em baş dibînin ku pirsgirêk kêm nebûne, her diçe zêdetir dibin. Ev rewşeke nebaş e. netedawîkirina girtiyan sûc e."      MA / Hamdullah Kesen