Kete: Wê qeyûman tayînî cemxaneyan jî bikin 2018-10-30 09:19:24 EDENE – Hevserokê Şaxa DAD'ê ya Edeneyê Zeynel Kete, diyar kir ku hikûmet beriya hilbijartina herêmî dixwaze di bin navê "Malên Îrfanê" de statuyekê bide cemxaneyan û got: "Dewleta ku berê qeyûm tayînî vîna gel kir, niha jî dê qeyûm tayînî baweriya wan bike."  Derket holê ku serdana Cemxaneya Dersimê ya Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş, ji bo hilbijartina herêmî ye. Hevserokê Şaxa Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete, destnîşan kir ku hikûmet beriya hilbijartina herêmî dixwae qeyûman tayînî cemxaneyan bike.    ‘WÊ CEMXANEYÊ BIKIN MALA ÎRFANÊ'    Kete, bang li hikûmetê kir ku dev ji pênasekirina baweriya elewiyan berde û got: "Bi salan e em naxwazin dewlet pênaseya me elewiyan bike. Serokê Karên Diyanetê jî hat cemxaneyê û li gor xwe elewî pênase kirin. Em dizanin pênasekirina dewletê, tê wateya yektîpiyê. Li gorî texmînên me dê dewlet heta hilbijartina herêmî der barê elewiyan de hin sererastkirinan bike. Dê di bin navê 'Malên Îrfanê' de statuyekê bide cemxaneyan. Armanca vê serdanê jî ev e."    ARMANC QEYÛM E    Kete, parast ku dê di bin navê "Malên Îrfanê' de baweriya elewîtiyê bê pûçkirin û got: "Yanî dê di pêş de kesan tayînî cemxaneyan bike. Yanî dê qeyûman tayîn bike. Dewletê berê jî qeyûm tayînî vîna gel kiribû. Niha jî dixwaze tayînî baweriya wan bike. Serokê Karên Diyanetê bi aqilê dewletê hat wir û xwest elewîtiyê pûç bike û bike yektîpî, lê me qebûl nekir û em ê nekin jî. Di heman demê de cemxane îfadeyên me jî tecellî dike. Bi vê nêzîkatiyê dixwazin cemxaneyan bikin mizgeftê feraseta Îslama Emewiyan. Qethiyen em vê yekê qebûl nakin."    Her wiha Kete, bertek nîşanî daxuyaniya Serokê Cemxaneyê Alî Ekber jî da ku gotibû "komên marjînal" û anî ziman ku ev gotin gotineke pir talûke ye. Kete got: "A rast 'marjînaltiya' li wir hat biakranîn, elewiyên li herêmê ne. Ev gotineke pir talûke ye. Li wir tiştekî din jî derket holê; Serokê Karên Diyanetê dixwaze bêje 'awayê elewîtiyê yê me derxistiye holê dê bibe xwedî statu. Kesên din ên ji bilî vê li gor baweriya xwe tev digerin jî marjînal in.' Ev diyarde ya aqilê dewletê ye. Pir talûke ye. Elewîtî û mirovan tînin hemberî hev. Di elewîtiyê de rizabûyên li pêş e. Çi dibe bila bibe, em ê li dijî hemû tiştên derî vîna me ne derkevin."    Kete, destnîşan kir ku dewlet bi tayînkirina qeyûm dixwae elewiyan ji hev veqetîne û got: "Dê dewlet kesên girêdayî xwe û xwedî meaş tayînî cemxaneyan bike û dê bi vî awayî elewiyan ji hev veqetîne." Kete, anî ziman ku dê bi vî awayî rê li ber rêxistinbûyîna ocaxan bê girtin.    MA / Ergin Çaglar