Li Turfend bi hinceta li ser nexşeya cîhanê 'Tirkiye biçûk hatiye nîşandan' lêpirsîn vekirin 2018-10-30 09:18:40 WAN - Bi hinceta li ser nexşeya cîhanê ya li pişt pirtûka Rêzimana Almanî "Tirkiye biçûk hatiye nîşandan", der barê rojnamevan Nedîm Turfent de lêpirsîna dîsîplînî hat destpêkirin. Paşê "Desteya Dîsîplînê" lêkolîn kir û diyar kir ku "tiştekî qesdî tune ye" û ceza red kir.  Li Girtîgeha Wanê, bi hinceta li ser nexşeya cîhanê ya li pişt pirtûka Rêzimana Almanî "Tirkiye biçûk hatiye nîşandan", der barê rojnamevan Nedîm Turfent de lêpirsîna dîsîplînî hat destpêkirin. Di 13'ê Îlonê de qawîşa Turfent hat sehîkirin û di dema lêgerînê de li nexşeya cîhanê ya li pişt pirtûka Rêzimana Almanî ya ji aliyê Weşanên Cornelsenê ve hatiye weşandin hat nêrîn û bi hinceta di nexşeyê de Tirkiye biçûk hatiye xêzkirin û sînorên wê xelet hatine xêzkirin, ji bo cezayê dîsîoplînê girtek hat nivîsandin.    Di lêpirsînê de, hat xwestin Turfent parêziyê bike. Turfent, ragihand ku ew li rêzimana almanî xebitiye û ew navê welatan ên bi alamî yên li ser nexşeyê ji ber dikir û loma ew pirtûk li cem wî bûye.    Lê belê paşê Desteya Dîsîplînê, lêkolîn kir û destnîşan kir ku ne "tştekî bi qesdî ye" û ceza red kir.    MA / Mujdat Can