Ceza li Midûra Karê Nivîsan a Komara KJA Tolan birîn 2017-10-26 14:03:30 AMED - Dadgehê li Midûra Karê Nivîsan a Kovara KJA ya bi KHK’ê hat girtin Helîn Tolan û 2 belavkarên kovarê bi îdîya “Propaganda rêxistinê kirin” bi giştî 20 meh cezayê girtîgehê û 833 cezayê pareyan birî.   Kongreya Jinên Azad (KJA) bi biryara KHK’ê hat girtin. Bi girtina KJA re, têkildarî hêjmara Kovara KJA  ya Gulan û Hezîranê ya 2016’an de bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirin” li xwedîdiya Îmtîyaza Kovarê û Berdevka Demî ya KJA Ayla Akat Ata, Midûra Karê Nivîsan Kovara KJA Helîn Tolan û 15 kesên din bi daxwaza 5 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Rûniştina biryara dozê îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Parêzerên kesên tên darizandin beşdarî dozê bûn.  Dozger diyar kir ku bi armanca “propagandayê” kovar li esnafên navçeya Karazê hat belavkirin. Dozger xwest Midûra Karê Nivîsan a Kovarê Tolan, belavkarên kovarê Mehtap Yilmaz û Mustafa Aşan ji sûcdariya “Prpagandaya rêxistin kirin” bên cezakirin. Dozger têkildarî Xwediya Îmtiyazê Ata jî bi hinceta delîl nehatine bidest xistin beraet xwest.     Parêzerana jî diyar kir  ku ew tevlî biryara cezakirina mûwekîlên wan qebûl nakin, hemû sûcedariyên hatin kirin dikevin çarçoveya îfadeya azad û çapemeniyê, ji ber vê yekê beraetên muwekîlên xwe xwestin.     Heyeta dadgehê piştî parastinan biryara xwe aşkera kir. Dadger bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirin” 833 cezayê pare li Hêlîn Tolan û 10 meh cazayê girtîgehê li belavkarên Kovarê Mehtap Yilmaz û Mustafa Aşan birî. Dadgehê, bi hinceta bersûc bawerî nedan ku dê careke din heman sûcî nekin, cezayê girtîgehê taloq nekir. Heyata Dadgehê der barê Ayla Akat Ata, Ramazan Fîlîz, Fatîh Ay, Abdullah Dulge, Ahmet Dulge, Mehmut Uruç, Fatîh Kiliç, Ahmet Kiliç, Hacî Bademkiran û Ramazan Doguhan de biryara beraetê da.