ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2018'AN 2018-10-30 09:00:04 * Bi hinceta li ser nexşeya cîhanê ya li pişt pirtûka Rêzimana Almanî "Tirkiye biçûk hatiye nîşandan", der barê rojnamevan Nedîm Turfent de lêpirsîna dîsîplînî hat destpêkirin. Paşê "Desteya Dîsîplînê" lêkolîn kir û diyar kir ku "tiştekî qesdî tune ye" û ceza red kir.  * Hevserokê Şaxa DAD'ê ya Edeneyê Zeynel Kete, diyar kir ku hikûmet beriya hilbijartina herêmî dixwaze di bin navê "Malên Îrfanê" de statuyekê bide cemxaneyan û got: "Dewleta ku berê qeyûm tayînî vîna gel kir, niha jî dê qeyûm tayînî baweriya wan bike."    * Parêzera ÎHD'ê Yasemîn Dora Şeker, diyar kir ku girtiyên di dema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de bi birîndarî hatin binçavkirin û hatin girtin li Girtîgeha Osmaniyeyê nehatine tedawîkirin. Şeker, bilêv kir ku hin girtî seqet mane û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin.    * Endama Parlementoya Kubayê Lazara Borraya Tolon, diyar kir ku li ew li welatê xwe piştî şoreşê ewilî di qada perwerdehiyê de xebitîne. Tolon, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka perwerdehiyê ji ber pergalê ye. Her wiha Tolon got, ger li cihekî zimanê zikmakî qedexe be pêşketna civakî ne mimkun e.    * Fabrîkayê veguherînê, ji ber krîza aborî tên girtin. Li Edeneyê Ramazan Alkanê ku karê veguherînê dike got: "Li Dîlokê 10 fabrîke hatin girtin." Alî Ozberk jî destnîşan kir ku, pêdiviya wan bi desteka dewletê heye.    * Temel Bagdû, birayê belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdû, diyar kir ku di navbera wan û DAIŞ'iyan de tu pirsgirêk tune ne û ew û wan li heman taxê esnaftî kiriye û got: "Nexwe têkilya wan û dewletê bi hev re heye ku, bûyer nayê çareserkirin."    * Şêniyên Dîlovasi, diyar kirin ku ji ber xaz û duxana fabrîqeyan a jahrînî nikarin bêhnê bistînin. Welatiyên ku ewrê tozê ya herêma Hewzeya Depokirina Komirê xwe bi ser wan de berdaye, destnîşan kirin ku ji ber hewa qirê nikarin nefesê bistînin û bi nexweşiyên giran re rû bi rû ne.   * Li Sîlopî, Hamed Ozkaya yê dixwaze kurê wî tiryakê ber de, li benda alîkariyê ye. Ozkaya yê tim neçar dimîne kurê xwe gilî bike û her tim polîs wî berdidin, diyar kir ku ji bo tiryakê fêrî xwişk û birayên xwe jî neke êdî neçar mam ku wî negirim malê.”   * Gundiyên li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe bazirganiyê dikin, ji ber qedexeyên du salan ên li herêmê, êdî nikarin debara xwe bikin. Gundiyên gundê Mînyanîş a Çelê, diyar kirin ku ligel hemû tiştan jî nexwazin gundên xwe terk bikin û bi rêbaza zibarê hewl didin debara xwe bikin.”   * Zinar Duymak ê li Cizîrê hostatiya boyax û gêçê dike, dikana berî 5 mehan vekir, ji ber krîza aborî hatiye ber girtinê. Duymak, diyar kir ku hezar çarî pîşman bûye ku dikan vekiriye.     * Danişîna doza  parêzerên ku bi îdîaya "Parezerên KCK'yî" tên darizandin dê li 19'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.00)   * Kurt PEN, dê bi minasebeta salvegera Helbestkar Arjen Arî li Goristana Yenîkoyê gora wî ziyaret bike û li Şaxa Egîtîm Senê bernameya bîranînê pêk bîne. (12.30-18.00)   * Şaxa SES'ê ya Stenbolê dê li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê a Bagcilarê daxuyaiyê bide çapemeniyê. (12:30)   * Cenazeyê Nûnerê Herêma Amedê yê DÎHA û mamosteyê çapemeniya Azad Kadrî Kaya ku duh li Nexweşxaneya Tipê ya Egeyê jiyana xwe ji dest da, dê li Balafirgeha Amedê bê pêşwazîkirin û li Goristana Yenîkoyê bi girseyî be definkirin. (09:30-11.00)    * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî dê li Roboskê ya Şirnexê malbatê ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirine ziyaret bike. (11.00 - 16.00)