Ji malbata Şenyaşar Osman hat binçavkirin 2018-10-30 08:23:33 RIHA - Osman Şenyaşar ê birayî wî û 2 biraziyên wî ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Riha Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hat binçavkirin. Osman Şenyaşar ê birayê wî Haci Esvet Şenyaşar û 2 biraziyên wî Adil û Celal Şenyaşar, di 14’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûsa Rihayê, ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê yê Riha Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin, serê vê sibê hat binçavkirin.    Şenyaşar ê ji bo geşta karekê ji çûbû derveyî welat, di vegera Tirkiyeyê de li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê, ji aliyê polîsan ve hat rawestandn û bi hinceta dadgeha wî heye, hat binçavkirin.   Hat diyar kirin ku Osman Şenyaşar li nezaretxaneya balafirgehê tê girtin.