Kedkarê çapemeniya azad mamoste Kadrî Kaya jiyana xwe ji dest da 2018-10-29 20:30:56   AMED – Kedkarê çapemeniya azad, mamoste Kadrî Kaya li nexweşxaneya lê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.    Yek ji avakar û nûnerê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) a bi KHK'ê hat girtin, mamosteyê çapemeniya azad Kadrî Kaya li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Egeyê jiyana xwe ji dest da. Kayayê ku pençeşêr lê peyda bibû dê sibê cenazeyê wî bînin Amedê.    MAMOSTEYÊ ÇAPEMENIYA AZAD    Kaya ku bi keda xwe ya salan a di qada rojnamevaniyê de wekî mamosteyê çapemeniya azad dihat naskirin. Kaya 13 salan nûnertiya DÎHA'yê ya Amedê kir û berê jî bi salan di Ozgur Gundemê de xebitîbû.