Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Yurtsever hat berdan 2018-10-29 14:36:11 ENQERE - Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Alî Riza Yurtsever ê nexweşê pençeşêrê ku li Enqere di operasyonê de hat binçavkirin, piştî sewqî drozgeriyê kirin bi şertê kontrola edlî nexweş berdan.    Polîsan di 27'ê Cotmehê de li Enqereyê bi ser gelek malan de girt.  Polîsan di serdegirtina malan de Endamê Lijneya Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Alî Rıza Yurtsever, Parlamenterê HDP'ê yê berê Îbrahîm Bîncî jî di navde 9 kes hatibûn binçavkirin. Yurtserever, ku bi îdiaya "Ligel ne endamê rêxistinê ye, li ser navê rêxistinê sûc kiriye" sewqî dozgeriyê kirin. Yurtsever, pişti li dozgeriyê îfade da, dozgeriyê jî bi ji ber nexweşiya Yurtsever bi şertê kontrola edlî serbest berdan.    Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê yê berê Îbrahim Binicî jî di navde 8 kesên din ên hatin binçavkirin jî li bendê ye ku sibê wan sewqî dozgeriyê bikin.