Nivîskar-lêkolîner Ethem Xemgîn çû ser dilovaniya xwe 2018-10-29 14:05:54   NAVENDA NÛÇEYAN – Lêkolîner û Nivîskarê Kurd Ethem Xemgîn ê li ser dîroka Kurdistan û Elewîtiyê gelek lêkolînên wî heyî, çû ser dilovaniya xwe.   Nivîskar û Lêkolînerê Kurd Ethem Xemgîn ê li dîroka Kurdistanê û Elewîtiyê gelek lêkolînên wî heyî li Elmanyeyê çû ser, çû ser dilovaniya xwe. Xemgîn demek dirêj bû bi nexweşiyên giran re rû bi rû bû.  Xemgîn li Klînîka Zanîngeha Kolnê ya dihat dermakirin, serê sibê koça dawî kir.    ETHEM XEMGÎN KÎ YE?   Ethem Xemgîn di sala 1847'an de li gundê Harûnûşagi yê navçeya Akçadag a Meletiyê ji dayik bû. Dibistana seretayî li gund û ya navîn jî, li Dîlokê qedand. Piştre ji ber neyartiya xwînî tevî malbata xwe koçî Stenbolê kir. Lîse û Fakulteya Hiqûqê li Stenbolê qedand. Wextekê li Stenbolê parêzertî kir. Ji ber sedemên siyasî, di sala 1980'î de neçar ma tevî malbata xwe koçî Ewropayê bike. Xemgîn bavê 3 zarokan bû.   Çend ji pirtûkên Ethem Xemgîn:   * Dîroka Kurdistanê   * Baweriya Mazda û Elewîtî   * Îslamiyet û Elewîtî   * Doktrîna Zerduştî û Baweriya Mazda ya di Koka Elewîtiyê de   * Mîtolojî û Baweriyên Olî yên li Kurdistanê