Hevşaredar Ozbay û 5 girtiyên din sewqî Tîpa F hatin kirin 2018-10-29 09:46:36   WAN – Hevşaredarê Bazîdê Murat Rohat Ozbay û 5 girtiyên din sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Wanê hatin kirin.    Hevşaredarê navçeya Bazîdê Murat Rohat Ozbay ê qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û 5 girtiyên din li derveyî daxwaza wan hatin sewqkirin. 6 girtî ji Girtîgeha Tîpa T a Wanê sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Wanê hatin kirin.