Kurê Bagdu: Koç got ‘Ji ber bavê te rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt’ 2018-10-29 09:14:24 EDENE – Kurê belavkarê rojnameyê Kadrî Bagdu, Ferhat Bagdu got Servet Koç ê DAIŞ’î têkildarî kuştina bavê wî ev tişt gotiye: “Ji bo bavê te rojnameya kurd belav dike me wî kuşt. Ew dibêjin ‘me kiriye’ lê hêj wan nagirin.”  Endamê DAIŞ’ê têkildarî kuştina belavkarê rojnameya Azadiya Welat a bi KHK’ê hat girtin Kadrî Bagdu nivîs û dîmen ji kurê Bagdu, Ferhat Bagdu re şand. Ferhat Bagdu behsa agahiyên ji wan re hatine û li xwe mikûr hatina DAIŞ’yan kir.    Bagdu destnîşan kir ku Servet Koç ê DAIŞ’î û DAIŞ’yên din li taxa wan rûdinên û esnafiyê dikin û endamên DAIŞ’ê Taner, Ercan û Talîp Guler li hember qaweya apê wî Temel Bagdu xwediyên market û qesapxaneya Guler in û DAIŞ’yên din jî li taxê rûdinên.    'MALBATA ME DI HEDEFA WAN DE BÛ’    Bagdu diyar kir ku Koç zavayê malbata Guler e û wiha got: “Ev diçûn Kobanê û dihatin. Çend caran di pevçûnê de birîndar bibûn. Ji destê xwe gule xwaribûn. Her tim me van li taxê didît. Di navbera me û wan de tu tu xisûmetek tune bû. Lê me li taxê wek mirovên polîtîk tên nasîn û hezkirin. Me beriya çalakiyên Kobanê yên 6-8’ê Cotmehê mala xwe ji taxê bar kiribû. Roja 14’ê cotmeha 2014’an li dijî bavê min êrîşek wiha namerd pêk anîn. Li gel bavê min xwişka min Mizgîn, apê min Temel Bagdu û min jî kirine hedef.”    ‘DI HER TIŞTÎ DE LI XWE MIKÛR HAT’    Bagdu da zanîn ku Koç ê DAIŞ’î di tîrmeha 2016’an de xwe li ser facebookê gihandiyê û got: “Ji bo ez bûyera bavê xwe dahûrînim neçar mam li ser medya civakê bi bavê xwe re biaxivim. Koç li xwe mikûr hat. Û ji min re got ‘Me bavê te kuşt. Em di bûyerên Kobanê de tîmek bûn. Em çûn Gulbahçeyê. Me yê DBP’ê gulebaran bikira. Di dawiyê de me dev jê berda. Me li Kîremîthaneyê kesê bi navê Ahmet Albay kuşt û li Kuçukdîkîliyê jî 2 kesan birîndar kir. Min bi destê xwe Yusuf Gulderen kuşt. Heta polîs jî hatin. Me rûpoşên tîman xistibû serê xwe. Di destê me de çek hebûn. Hatin em axivîn û ew paş ve çûn.”    ‘JI BER EW ROJNAMEGERÊ KURD BÛ ME WÎ KUŞT’    Bagdu destnîşan kir ku piştî Yusuf Gulderen hat kuştin Talîp Guler di îfadeyên xwe de têkildarî bavê wî gotiye “Bûyerên Kobanê organîze dike.” Bagdu da zanîn ku Murat Bulanik ê di nava komê de cih digire niha li Kozanê li Înşata bi navê Yasîn dixebite û wiha got: “Dema min ji Servet Koç we çima bavê min kuşt pirsî. Ji min re got ‘Ji ber ew kurd bû û ji bo rojnameya kurd belav dikir me wî kuşt.’ Mesele temamî li dijî rojnameyê û tolhildana Yasîn Boru bû ye. Bavê min nêzî 20 salan di her roj û heman kêliyê karê xwe dikir. Ji ber vê yekê kesek li taxê dihat hezkirin bû. Dewletê me kir hedefa DAIŞ’yan. Xwestin bi kuştina bavê min taxê bêdeng bikin. Piştî bavê min kuştin taxê bêdeng kirin.”    ’50 KES DI LÎSTEYÊ DE HENE’    Bagdu li ser lîsteya di destê DAIŞ’yan rawestiya û wiha domand: “Di lîsteyê de 50 kes cih digirin. Vê lîsteyê Murat Bulanki anî. Yên di lîsteyê de cih digirin kesên di sazî û dezgehên kurdan dixebitin. Dema min ji Servet Koç pirsî ‘Hûn kuştina van mirovan çawa organîze dikin tu zanî gelo?’ Koç ji min re got ‘Murat Bulanik bi MÎT’ê re di nav têkiliyê de ye. Niha jî bi AKP’ê re dixebite. Ewil li di nava refên me de bû, lê niha bûye AKP’yî. Jixwe zilamê MÎT’ê bû. Me bikar anî. Ez ji bo her tiştî li xwe mikûr têm. Ez gelek caran bûm şahidê Murat Bulanik ku bi polîsan re hevdîtin dikir. Wê demê gelek polîsên sivîl û kesên biyanî diçûn û dihatin. Bi vî awayî ji me re vedigotin. Murat Bulanik bi polîsan re dixebitî û fermanê dida me. Me jî fermana wî bicih dianî. Heta me yê wê şevê li dijî kesên ber bi taxa me ve dihatin komkujî pêk bianiya. Lê ji ber ku Yusuf Gulderen li dijî Xwedê çêran kir me wî kuşt. Ji ber wê karê komkujiyê sekinî.”    ‘HER KU EM BI SER DOZÊ VE ÇÛN ME GIRTIN’    Bagdu anî ziman ku wan bi alîkariya parêzerên xwe dîmenên li xwe mikûr hatina Koç ê DAIŞ’î dane dozger û wiha got: “Ji ewilî ve li telefona min guhdar kirin e. Ji ber van dîmenan min da dozger û tev li merasîma cenazeyên gerîla bûm 8 caran min binçav kirin. 5 meh di girtîgehê de mam. Pişt re berat bûm. Ji ber ez û parêzerê me li ser meseleya bavê min sekinîn, zextên mezin li ser me kirin. Ji ber vê dosyeyê parêzerê me çend caran hat binçavkirin û wî derb kirin. Her ku em bi ser vê dozê ve çûn me girtin û kujeran negirtin. Ev jî tê wê maneyê ku bi hev re dixebitin naçin wan nagirin. Xwedîgravê elemanê MÎT’ê yê li Reyhanliyê komkujî pêk anî çûn li Lazkiye girtin anîn. Lê bes ji bo kuştina Kadrî Bagdu gavek jî navêjin. Ev zilam dibêjin ‘Me bûyerê kiriye’ lê kes naçe wan nagire. Mesele ewqas jî hêsan e.”    MA / Hamdullah Kesen